Komalên Ciwan: 15'ê Tebaxê xeta lehengiyê ya fedayî ye

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyanÎ da û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya Rêber Apo mohra xwe li afirandina xeta lehengiya fedayî ya li Kurdistanê xist."

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê navê rawestandina rêveçûna serberjêr a li Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de bi wesîleya salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz, hesret û minet hatin bîranîn û 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê welatparêz, gerîlayên fedayî û ciwanên şoreşger ên Kurdistanê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku fîşeka destpêkê ya bi pêşengiya fermandar Egîd hate teqandin, karakter û ruhê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê diyar kiriye û hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xeta berxwedanê ya fermandar Egîd di dilê xwe de neqişandine. Gelê Kurd hêrsa xwe ya li dijî dijmin nîşan da, baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bilî azadî û rizgariyê tiştekî hêja nîne. Ciwanên Kurdistanê bûn xwedî îradeya hesabpirsîna ji dijminê qirker faşîst û diyar kir ku azadî tenê bi têkoşîna çekdarî dibe. Pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya Rêber Apo li Kurdistanê xeta lehengiya fedayî afirand.

Ya ku îro li Zap, Avaşîn, Metînayê li ber xwe dide ev xet e. Berxwedana gerîla ya ku bi heybetî li her bihosta çiyayên Kurdistanê destanên fedayîtiyê dinivîsîne, nîşaneya ruhê 15'ê Tebaxê ye. Van rojan ku em cejna vejînê ya 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê ji her demê bêhtir xwe bi vê heqîqetê binirxînin, kûr bikin, bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.

Rêber Apo li Kurdistanê nifşekî ciwanan ê egîdî afirandiye. Egîdî navê hilanîna tolê ji faşîstên qirker e. Egîdî têkbirina astengiyên li pêşiya daxwaza şoreşê û azadiyê ye, meşa ber bi serketinê ve ye. Egîdî têkbirina dijmin e. Li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya qirker faşîst, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz şoreşger divê bi Egîdbûnê bersivê bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku ruhê gerîla yê li Zagrosan bûye mîna baz, li tax, kolan û bajarên Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan divê bibe yek û hate gotin, "Ev yekîtî wê derba dawî li faşîzmê bixe. Di sala 38'an a 15'ê Tebaxê de wê serketinê misoger bike. Dem dema serketina ciwanên Egîdbûyî ye."