Koma sêyemîn dest bi greva birçîbûnê kir

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin û azadiya Ocalan greva birçîbûnê ya li Silêmanî hatî destpêkirin bi koma sêyemîn didome.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya li Silêmanî li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hatî destpêkirin di roja 5'an de didome.

Koma sêyemînn bi dirûşmeya, ''Em ê pergala Imraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin'' dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji bo tecrîd were şikandin greva birçîbûnê ya ku li Silêmanî dest pê kirî heta 28'ê Kanûnê wê bidome.