Koma Nifşê Nû li dijî hikûmeta navendî û herêmî helwest nîşan da
Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir, li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê û herêmî ya Kurdistanê helwest nîşan da.
Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir, li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê û herêmî ya Kurdistanê helwest nîşan da.
Koma Nifşê Nû ya Parlamentoya Heremî ya Kurdistanê têkilî êrîşên dewleta Tirk ên li ser kampa Mexmûrê û Şengalê daxuyanî da.
'DIVE DI HIKÛMET JÎ WERIN ASTENGKIRIN'
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin:
''Parastina Herêma Kurdistanê û serxwebûna Iraqê berpirsyariya saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Lê gelek caran sînorên me hatin bezandin. Du hikûmetan jî bi rêya qanûna û dîplomasiyê pêşî li êrîşan negirtin û li ser bezandina sînoran ti çareseriyek nedîtin.
Divê tazmînatê bidin malbatên ku li Kampa Mexmûrê şehîd bûne. Em êş malbatên şehîd dijîn. Divê hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û Iraqê nehêlin ku careke dî ev tişt dubare bibe. Divê tazmînatê bidin malbatên ku bûne mexdûrê êrîşan.''