Koma 3'an greva birçîbûnê ya li Amedê dewr girt
Li Amedê ji bo destekdayina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a zindanan, ku kete roja 59'an, greva birçîbûnê ya domdar û dorveger dest pê kiribû. Greva birçîbûnê ya li Amedê koma 3'an dewr girt.
Li Amedê ji bo destekdayina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a zindanan, ku kete roja 59'an, greva birçîbûnê ya domdar û dorveger dest pê kiribû. Greva birçîbûnê ya li Amedê koma 3'an dewr girt.
Greva Birçîbûnê ya li avahiya DBP’ê ya Amedê dest pê kirî koma 3'an dewr girt. Di nav koma 3'an de li gel malbatan ji DBP, HDP, TJA, KCD'ê jî nûner hene.
Di nav çalakvanan de Wekîla Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Ramazan Tûnc, Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş û malbatên girtiyan, nûnerên saziyan hene.
Li ser navê malbatan Huseyîn Bariş got ew ê heta dawiyê li pişt vîna girtiyan bin û got, "Her kesê ku li mala xwe rûne, bêdeng bimîne, tê maneya ku dibe hevkarê mirinê. Ji bo vê jî çi ji destê kê tê divê bike."
Wekîla Amedê Yîgîtalp jî diyar kir ku ji serdemeke tarî derbas dibin, li herêmê kavilgeriyeke mezin heye û wiha got: "Di rewşeke wiha de ku li derve ev çend nehiqûqî heye, ez naxwazim tiştên ku li girtîgehan dibin bifikirim jî. Li girtîgehan şertên ku niha hene ji yên Esat Oktay ên Zindana Amedê ne kêmtir in. Daxwazên girtiyan ên me ne jî. Çawa ku li herêmê bi destê dewletê hilweşandina malan, komkujî nekarîn encamekê bi dest ve bînin li dij berxwedana girtiyan jî wê nikaribin encamekê bi dest ve bînin. Rewşa Awarte, tecrîd her roj girantir dibe. Divê AKP’ê di nêz de dawî li van kirinên xwe bîne. Lê em careke dî jî dibêjin. Bi neheqî, êrîş, tinekirinê nikarin encamekê werbigirin. Ji her titşên neyênî yên girtîgehan wê Wezîrê Dadmendiyê û AKP berpirs be."
Piştî axaftinan bi dirûşma 'Girtî rûmeta me ne' koma 3'an çalakî dewr girt.