Kolberekî din hate kuştin, 2 jî birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê êrîş birin ser kolberan. Di êrîşê de kolberek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê li Merîwan û Ûrmiyê li kolberan reşandin. Ji ber êrîşê kolberek mir, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî kolbernewsê, kolberê bi navê Xalib Kuyik doh li gundê Dizewin ê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Cenazeyê Kuyik rakirin Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Merîwanê. Malbatê cenazeyê Xalib Kuyik teşxîs kir û ji bo veşêre ji nexweşxaneyê rakir.

Li Ûrmiye û Selmasê kolberên bi navê Mahîr Şînî (28) û Mihemed Welîpûr birîndar bûn.