Kolber di hedefa rejîma Îranê de ne

Mihafizên Şoreşê ya Îranêli herêma Urmiyê yaRojhilatê Kurdistanê 2 kolber kuştin.

Li gorî nûçeya HRANA leşkerên Îranê beriya bi çend rojan li eyaleta Urmiyê, li ser sînorê Salmasê 2 kolber kuştin.

Her wiha diyar bû ku li ser sînorê Pîranşarê jî kolberek bi giranî birîndar bûye.

DI NAVA ÇAR MEHAN DE 33 KOLBER HATIN KUŞTIN

6’ê Tebaxê, Duşemê berêvarkî Mihafizên Şoreşê yên Îranê li herêma sînor a Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê li kolberan reşandibû û di encamê de kolberek hatibû kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûbû.

Li gorî hesabên ANF’ê van çar mehên dawî 33 kolber hatin kuştin. Bi dehan kolber jî hatin birîndarkirin.

QEÇAXKARÊN RASTÎ MIHAFIZÊN ŞOREŞÊ NE

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes ji bo debara xwe bikin neçar in ku karê taloke bikin. Gelek jin û mêr bar hildigrin ser pişta xwe, sînoran derbas dikin da ku bikaribin debara xwe bikin. Ji vî karî re kolberî tê gotin. Kolber bi nanoziko dixebitin.

Rejîm kolberiyê bi qeçaxiya bazirganî bi nav dike û kolberan înfaz dike. Mihafizên Şoreşê ku li ser sînor mîna komandoyên mirinê ne, ji bo van înfazan ti ceza li wan nayê birîn. Di encama van înfazên bê daraz de her sal bi dehan kolber têne kuştin. Heman Mihafiz yek ji ser serdemê krîza aborî xuya dikin. Îthalatên derqanûnî yên bi milyonan dolar bi kontrola van Mihafizên Şoreşê pêk tê.