KODAR: Li dijî êrîşên Îranê divê yekîtî hebe

Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) got divê li dijî êrîşên rejîma Îranê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.

Komeleya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) îro li dijî êrîşên rejîma Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin li dijî rejîma Îranê divê yekîtiya Kurd çêbibe.

 ‘DIXWAZIN SÎSTEMEKE FAŞÎST Û LEŞKERÎ AVA BIKIN’

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îran bi lezeke mezin nêzî faşîstkirina sîstema xwe di hemû qadan de dibe û wiha domand; “Gavên bi lez ên Komara Îslamiya Îranê li Rojhilata Navîn, diyar dike ku ti daxwazek a rayedarên hikûmetê ji bo danûstandinên li gel hêzên hundir û derve nîne. Diyar e Komara Îslamiya Îranê siyaseta danûstandinê kiriye siyaseta êrîşkirinê. Siyaseta li Yemen, Lubnan, Iraq û tevahî Rojhilata Navîn vê ji me re eşkere dike.

Belê divê bê zanîn ku Îran vê siyasetê ji bo kişandina bala Amerîka dimeşîne. Dixwaze wêneyê ‘zilamê desthilatdarê bihêz ê Rojhilat Navîn’ di xwe de nîşan bide. Belê ev zilamê qaşo bi hêz e, van karan ji bo wê dike ku ji aliyê sermayedarên navnetewî ve rewa bê dîtin.

Serlêdanên cezakirin û sûcên Komara Îslamî li gel nêzikatiya ji bo daxwazên demokratik ên gelê Kurd û gelên Îranê diyar dike ku armanca wan girtin û fetisandina rewşa siyasî ye. Avakirina sîstemek bi temamî leşkerî û faşîstane ye.Taybetmendiyên serekî yên vê sîstemê xweferzkirina li ser gelan e. Mînakên vê nêzikatiyê jî êrîşa dijî baregehên HDK û HKDA, darvekirina hersê ciwanên Kurd, êrîşkirina ser gerîlayên YRK’ê di rojên borî de ye. Carek din em hişyarî didin ku vê siyasete zêdetir ji hemû deme metirsiya faşîstbûna Îranê aniye holê.

Dengê pêyên faşîzmê digehîne ku derê? Diyar e hinek ji navendên girêdayî Wezareta Îtlaatê hewl didin Îranê bikin faşîst. Ji ber gihaye wê encama dîrokê ku ev rewşe dikare bibe sedema yekgirtina gelên Îranê li dijî rejîmê. Serhildanên gelên Îranê yên destpêka îsal de wêneyê herî mezin ê ruhyeta hevbeş a gelên Îranê bû.

 ÊRÎŞÎ DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD DIKIN

Êrîşên demê dawî yên Komra Îslamî û rasthatina li gel rûniştina sê alî ya Tahranê nîşan dide ku dixwazin êrîşek hemû aliyane dijî destkeftiyên demokratik ên gelê Kurd li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de erka kesayet û hizbên Kurdistanê ew e ku li gorî guhertinên tevgera dijmin, carek din zerûriyeta hebûna xwe danin holê. Divê sînorên hatîn çêkirin ji qada siyasî rakin û hewl bidin van gefan bikin derfetek.”

SERSAXÎ

Di dawiyê de KODAR’ê sersaxî ji bo gelê Kurd, malbata Zanyar Muradî, Luqman Muradî, Ramîn Hisên Pehanî, pêşmergeyên şehîd ên HDK û PDK-Î xwest. KODAR’ê ji bo birîndaran jî hêviya şifaya lezgîn xwest û bang li hemû aliyên Kurdistanê kir ku ji hemû demê zêdetir bibin yek.