BI DÎMEN

KODAR: Ji bo kongreya neteweyî em amade ne bi her kesî re rûnên

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan diyar kir, divê kongreya neteweyî demek ji ya din zûtir pêk were û got, ew amade ne ji bo vê yekê bi hemû partiyên siyasî re rûnên.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan bibîr xist, ku ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd, wan bi hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê re hevdîtin kirin û got, "Em hewl didin ji bo vê yekê eniyeke hevpar ava bikin."

Fûad Bêrîtan ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ku demeke dirêj e axaftin li ser tê kirin, divê hemû partî bi erk û berpirsyariya neteweyî rabin.

'BI ENIYA HEVPAR RE BER BI KONGREYA NETEWEYÎ'

Fûad Bêrîtan bibîr xist, ku KCK'ê ji bo kongreya neteweyî bang li hemû aliyên Kurdan kiriye û diyar kir, weke KODAR'ê wan jî guh dane vê bangê û li ser vê bingehê bi hemû partiyên li Rojhilatê Kurdistanê re hevdîtin kirine. Bêrîtan destnîşan kir, ku di hevdîtinan de wan hewl dane eniyeke hevpar a ji hemû partiyên li Kurdistanê ava bikin û bi vî rengî tevlî kongreya neteweyî bikin.

Fûad Bêrîtan da zanîn, gel û tevgera Kurd di nava kaosa Rojhilata Navîn de hêzeke girîng a çareseriyê ne û got, "Yekane tevgera ku çareseriyeke demokratîk ji kaosa li herêmê re peyda kiriye û li gorî vê yekê proje afirandiye, gelê me ye. Lewma, tenê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe, divê em ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn rêyên çareseriyê bafirînin û pêşengiyê bikin. Ji bo ev projeya demokratîkbûnê li herêmê bi cih bê, beriya her tiştî divê em pirsgirêkên li nava xwe çareser bikin. Bi vî rengî em dikarin bibin hêzeke rast û xwedî bandor a çareseriyê. Bi vî rengî em ê karibin sîstema xwe xurt bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bibin modela çareseriyê."

'PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ BI KONGREYA NETEWEYÎ ÇARESER DIBE'

Fûad Bêrîtan destnîşan kir, ji bo Kurd li herêmê bi vê rolê rabin, lazim e nakokiyên navxweyî ji holê rakin û di kongreya neteweyî de bibin yek deng.

Bêrîtan da xuyakirin, kombûna li kongreya neteweyî mecbûriyetek e û got, "Di nava hêzên siyasî yên li Kurdistanê de dibe ku nakokî û hin pirsgirêk hebin. Lê belê ya girîng ew e, ku li dora berjewendiyên neteweyî yên hevpar li hev bicivin. Eger di kongreya neteweyî de karibin li hev bicivin; hingî wê pirsgirêkên partiyên siyasî û civakî jî karibin çareser bikin. Bi projeyeke hevpar re dikare modela çareseriya demokratîk bê afirandin. Ji bo vê jî pêwîstû û mecbûriyetek e ku kongreya neteweyî pêk were."

'HÊZA ME HEYE KU EM PIRSGIRÊKÊN XWE PÊ ÇARESER BIKIN'

Bêrîtan bal kişand ser pirsgirêkên nava partiyên siyasî yên Kurd û anî ziman, ev pirsgirêk bi kongreya neteweyî dikarin bên çareserkirin.

Fûad Bêrîtan wiha dewam kir: "Bi rêya we ez dixwazim careke din bang kombûna vê kongreyê bikim. Hêza me heye ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi vî rengî em dikarin bibin pêşengekî xurt ji çareseriya pirsgirêkên li herêmê re. Eger em vê firsendê ji dest berdin, dibe ku careke din bi destê me nekeve."

'YÊN XWE NEDIN BER YEKÎTIYÊ, WÊ JI HOLÊ RABIN'

Hevserokê KODAR'ê da xuyakirin, ku li herêmê guhertineke sîstemê tê kirin, lazim e li Kurdistanê jî guhertinek li gorî vê guhertinê bê kirin û dest nîşan kir, ku hêzên xwe nedin ber vê yekê wê nikaribin ji tesfiyeyê rizgar bibin.

Bêrîtan ragihand, ew amade ne bi hemû hêz û derdoran re rûnên, pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û diyar kir, ji bo kombûna li hev, pirsgirêkên civî yên Kurdan nîne. Bêrîtan got, "Weke KODAR'ê em amade ne bi hemû rêxistin û partiyên Kurdan re li hev bicivin, nîqaş bikin û bi hevparî tevbigerin. Em amade ne bi hemû hêzên li herêmê re jî hevpariyê bikin. Beriya her tiştî pêwîstî li kombûna li hev heye.

Yên li pêşiya pêkhatina kongreya neteweyî asteng in, yên xwe nadin ber vê yekê, lazim e zanibin; di vê demê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, ew bi mejî û sîstema berê nikarin cih bigirin. Bi vî rengî wê tenê karibin xizmetê ji hêzên faşîst û dagirker re bikin. Ti feydeya xwe wê li gelê Kurd nebe. Lewma divê demek ji ya din zûtir li dora kongreya neteweyî li hev bicivin."