KODAR'ê şehîdên jîngehparêz bi bîr anî

Komîteya ekolojîk a KODAR’ê bi boneya salwegera şehadeta çar çalakgerê jîngehparêz daxûyaniyek weşand.

Komîteya ekolojîk a KODAR’ê bi boneya salwegera şehadeta çar çalakgerê jîngehparêz daxûyaniyek weşand. Di daxûyaniyê de Komîteyê ji malbat, gelê Kurd û rojhilatê Kurdistanê re sersaxî xwest û qala girîngiya rola wan û xwedî derketina rêya wan kir. Her wiha di vê daxûyaniyê de komîte bal dikêşe ser texrîbkariyên ku pergala sermayedarî îro bi kirdarên xwe jîngeha cîhanê têkdaye û qada jiyana mirovahiyê ber bi tinebûnê ve biriye. Her wiha qala siyasetên dijî jîngehî yên rejîma Îranê dike û bang li gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike ku li hemberî wan siyasetan têkoşîna xwe mezin bikin û bi vê rengî xwedî li erka xwe ya li beramberî her çar şehîdên jîngehparêziyê derkevin.

Daxuyanî wiha ye:

"Pirsgirêkên ekolojiyê ku li cîhana qaşo modern çêbûne, ji bo jîngeh, jiyana mirov û ciwakan weguheriye beşeke girîng, mezin û trajedîk. Di vê çarçoveyê de qada Ekolojiyê û texrîbatên ku di sedsala dawî li ser asta cîhanê bi xwe ve dîtiye çawkaniya xwe ji sûîstîmal û berjevendîxwaziyên ku dewletên kapîtalîst li ser xwezayê pêkanîne digire. Bera van texrîbatane bandorên rasterast û nerasterast li ser tevahî welatan dike; lewre mirov nikare bi nêrandineke teng û sînordarê netewî û di çarçoveya erdnîgariyeke taybet lê binêre. Bi vê îzahê mirov dikare bandora texrîbatên ekolojîk a di asta cîhanî li ser Îran û Rojhikatê Kurdistanê bibîne. Şewata daristanan, çêkirina bêpîvan a bendavan, ji holê rakirina daristanan, pêşxistina çolbûnê, ziwa bûna gol û rûbaran ku di asta cîhanî de pêktên îsbata vê îdîayê ye. Ji ber vê yekê di şert û mercên felaketbar ê ekolojiya Îranê pêdivî bi însanên azad û hevildanên mezin a di çarçoveya çandsazî û têkoşîna her alî li hemberî pirsgirêkên ekolojîkî heye.

Bi boneya salwegera şehadeta çar çalakgerê qada ekolojîkî, Şerîf Bacûr, Omîd Kohnêpûşî, Rehmet Hekîmîniya û Muhemed Pejûhî ku dema ji bo kontrol kirin û wemirandina agirê ku li daristanê çiyayên bajarê Merîwanê ketibû di nava hevildanê  de bûn şehîd dibin, sersaxiyê ji malbatê wan ê hêja, gelê Merîwanê û tevahî gelê Rojhilatê Kursitanê dixwazin. Her yek ji wan şehîdên binirx ji bo ciwanên gelê Kurd û gelên din ên Îranê mînakên berz û rasteqînin. Ya girîng eve ku çawaniya hebûniya van û asta bandorkeriya van şehîdane ya di qada jîngehparêziya Kurdistan û Îranê nas bikin. Ev şehîdane bi tevlêbûna aktîf di berfirehkirin û damezrandina rêxistinên jîngehparêz ên gelêrî (ne dewletî) li ser asta Rojhilatê Kurdistanê û erdnîgaria Îranê karîn çenbera nêrandina teng a nasyonalîstiya Kurdî û Farsiya kevneşopî derbas bikin û ji xetimandina siyasî-civakî ya li Îranê heyî re bibin rêçare. Wer diyare ku divê çalakgerên serbixwe, zaniyar û rêxistin û saziyên jîngehparêzî yên li Îranê heyî zêdetir qala rol û fedakkariyên van şehîdên rêya pevrejiyana azad a mirov û xwezayê bikin. Ji ber ku qada piratîkî ya van çalakgeran û bi taybet ya Şerîf Bacûr tenê bi erdnîgariya Kurdistanê re sînordar nebû û li her cihê ku qeyran û metirsiyek ji jîngeha Îranê re çêbiba ew û hewrêyên wê ji bo alîkarîdanê bi hemû hêza xwe li vê cihê amade dibûn.

Qada erdnîgarî û jîngehiya Îranê di wan salên dawî de pir zêde rûberûyê felaketên ekolojîkî bûye. mirov  dikare bi awayeke rasterast bandorê van texrîbat û felaketan a li ser jiyana rojane ya gelên Îranê bibîne. Her çiqasê beşek ji van pirsgirêkane girêdayî guhertinên xwezayî  û organîka jîngehê bin lê beşeke mezin a vê yekê ji ber karên texrîbger ên mirovan çêdibin.

Qada jîngehiya Îranê û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê rûberûyê pir pirsgirêkên ekolojîk bûye ku di asteke mezin derencamê nêzîkatî û feraseta rejîma dagirker ê îslamiya Îranê ye. Di vê çarçoveyê dewlet, hukûmeta navendî û zalimê heyî ji bo ji navbirina jîngeha Kurdistanê her serî li her cûre rê û rêbazê dane. Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê pêwîste vê mijarê bi kûrahî têbigihîje ku çêkirina bêsînor a bandavan û şewata daristanên li herêmên çiyayî ku piraniya van jî darên berû ne ne tesadufe û bêplan nebûye û nîne.

Komîteya ekolojîk a KODAR’ê di vê baweriyê de ye têkoşîna ku li hemberî nêzîkatî û pêkanînên qirêj ên ji aliyê hukûmet û hêzên leşkerî-ewlehiyê ya rejîmê  tê dayîn pêdivî bi zanabûn, rêxistin û têgihiştineke berfireh a komî (kolektîf) heye. Di vê çarçoveyê de bang li gelê xwe yê zana û têgihiştî dikin ku bi bihewreyî û bi vîna xwe bawerbûnê û bê ku serdanê saziyên girêdayî dewletê bike di parastina jîngeha xwe hişiyartir tevbigere û nehêlin ev erdnîgariye ku ji hêla çandî û xwezayî dewlemende weguhere çoleke bê av û şînkahî."