KODAR’ê 4’ê Nîsanê pîroz kir

KODAR’ê bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 17’emîn a damezrandina PJAK’ê daxuyaniyek weşand.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 17’emîn damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek da û ev roj pîroz kir. Her wiha bang li gelê Kurd û bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê, hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan kir ku bi tevlîbûna xwe ya di nava pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ erkên xwe yên netewî û mirovî bi cih bînin.

Daxuyaniya KODAR’ê wiha ye:

“Em salvegera rojbûna Rêberê gelên bindest Rêber Apo û salvegera 17’emîn a damezrandina PJAK’ê li tevahî gelê Kurd û bi taybetî li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, gerîlayên têkoşer û hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan pîroz dikin.

Têkoşîna gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bi ruxmê hemû astengî û pirsgirêkên li ser rêya gihîştina azadiyê ku pê re rû bi rû bûye, berdewam bûye û didome. Gelê me yê li vê beşa Kurdistanê her tim hewl daye ku bi ceribandina rê û rêbazên nû yên têkoşînê ya di çarçoveya bilindkirina xebatan de gavên nû avêtiye û bilindkirina asta sazîbûn û rêxistinbûnî ji xwe re bingeh girtiye. Ev yek nîşana hêza lêgerîna wate û daxwaza jiyana azad a wê ye. Civakek ku amade ye ji bo parastin û xwedîderketina li nirxên xwe dest bi hemû hewldanan kiriye û ti carî bera xwe nedaye dogmatîzm û tengbûyîna navxweyî. Di vê rasteyê de tevî naskirina fikir û ramanên Rêber Apo û têgihîştina wê wek stratejî û rêbazên bingehîn ên ji bo pêkanîna hêviyên xwe, ji bo bikaranîna wê ya di jiyana siyasî û civakî ye xwe de ketiye nava pêngavê.

Fikir û ramanên Rêber Apo li Rojhilatê Kurdistanê avakerê hîmekî nû yê partîbûyînê bû ku fikrên xwerû û seretayî ên partî danî rexekê û karî qalibên kevneşopî ên partîgerayî bişkîne. Sazîbûyîn û rêxistinîbûyînek ku xwe di çarçoveya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de dît. Partiyek ku hê ji destpêkê ve hêza felsefî û kirdeyî ya ramanên Rêber Apo ji bo avakirina pêkhateyek kêrhatî ya di astekî bilind de, tevlîbûna gel di xwe de dihevîne û asta bê dawî ya esnekbûyînê fêm kiriye û bikar aniye. Bi vê rêyî re kariye bibe hêviyek di dilê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hewldanên pergala dîktatorî ya wîlayî ya bi dehan salan ji bo tunekirina civaka Rojhilatê Kurdistanê vala derxîne. Rêyek ku ji salên 90’î ve dest pê kiribû û bi damezrandina PJAK’ê ya di sala 2004’an de gihişte asta sazûmaniyê û di dewama wê pêvajoyê de bi damezrandina Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ber bi sazumaniyeke têrker ve bir.

Destkeftiyên 20 salên têkoşîn û hewldanê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi cangorîtî û lehengtiya gerîlayên têkoşer û welatparêzên serfiraz teşe girtiye, kevirê bingehîn ên vê partîbûyîna nû danîne. Bi vê hêviyê ku li ser vê avahiya jiyana azad û watedar teşe bigire. PJAK karî ku nirxên nû li ser danehevên giranbuha yên têkoşîna siyasî, civakî û çandî ya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê zêde bike û ev pêvajoye weke partiyek pêşeng hê jî didome.

Îsal em ê di rewşekê de 4’ê Nîsanê pîroz bikin ku Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîda girankirî û dijwar de ye û êrîşên hêzên faşîstî yên li ser Kurdistanê serwer in bi hemahengî didomin. Pêwîst e ku hemû gelê me li her cihê ku lê dijî û bi her derfet û hêza ku hene ji bo azadiya Rêberê Gelên Cîhanê Rêber Apo hemû hewldanên xwe bidin û bi tevlîbûna di nava pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ erkê xwe yê netewî û mirovî bi cih bîne.

Di dawiyê de em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê li vê partiyê, hemû gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê, malbatên bi nirx ên şehîdan, girtiyên siyasî, gerîlayên serfiraz û têkoşer, çalakvanan û hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan pîroz dikin.”