Koç ê ku astengdar e û êşkence lê hatibû kirin hê jî destgîrkirî ye!

Li Wanê Firat Koç ê astengdar polîsan êşkence li wî kiribûn, ligel ku rapora wî heye hê jî destgîrkirî ye.

Li Wanê Firat Koç ê ku nexweşê şîzofreniyê ye û di dema protestoyên qeyyûm de li qehwexaneyekê polîsan êşkence li wî kiribûn, ligel ku rapora wî heye hê jî destgîrkirî ye.

Rapor ji aliyê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê hatiye amadekirin û tê diyarkirin ku Koç nexweşê şîzofreniyê ye.

KOÇ: HIM LI MIN DAN Û HIM JÎ ÇÊR KIRIN

Koç di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de got ku “Ez baş nizanim çend kes bûn lê gelek kes bûn. Bi pehîn û jopan li mil û pêyê min dan. Piştre bi kaskê li serê min dan. Li derveyî qehwexaneyê destê min ji paş ve girêdan. Canê min gelek cih reşûşîn bûye. Dema ku wan polîsan li min da, heqaret û çêr li min kirin.”

Parêzer Erhan Çîftçîler daxwazname ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê re nivîsand û diyar kir ku divê muwekîlê wî were berdan. Parêzer Çîftçîler got ku “Heke dema destgîrkirinê zêde bibe wê nexweşiya muwekîlê min jî xerabtir bibe.”