BI DÎMEN

’’Kobanê neket, Reqa ket’

Qamişlo got, ‘’Di pêngava rizgarkirina Reqayê de hedefa me ew e ku em gelên xwe yên di bin zilma çeteyên DAIŞ’ê de rizgar bikin. Em weke Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî di serî de birayên xwe yên Ereb em ê di nêz de hemû birayên xwe rizgar bikin’.’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Sûryaniyan Oron Qamişlo ji ANF’ê re axivî û got pêngava Xezaba Firatê serkeftî didome û got navenda bajêr a Reqayê hatiye dorpêçkirin.

‘EM Ê AZADKIRINA XAKA XWE BERDEEWAM BIKIN’

Oron Qamişlo got bi mebesta paqijkirina xaka Sûriyê ya ji çeteyan operasyon wê berdewam bikin û ew ê daxwazên gealn a azadkirinê bi cih bînin û diyar kir ji roja ku QSD hatiye damezirandin hewl dide ku ji gelên Sûriyê re bibe bersiv.

Qamişlo diyar kir ku QSD ji roja ku ava bûye, bi hişmendiya xwe ya têkoşînê ya ku nîşan dayî, ispat kiriye ku ew tekana nûnerê gelên Sûriyê ye û weke ku QSD di felsefeya xwe ya damezirandinê de jî diyar kirî, li dijî êrîşên bi ser gelan de ew ê li her deverê têbikoşin.

Qamişlo diyar kir, hêzên QSD’ê li Hol, Şedadê, Tişrînê û Minbicê serketin bi dest ve aniye.

Qamişlo diyar kir hêzên QSD’ê  gav bi gav ber bi azadkirina Reqayê ve diçe ku çeteyên DAIŞ’ê vê derê weke paytexta xîlafetê bi nav dikin û got, ew ê li ser zemîna rêgezên biratî û azadiyê ya gelan wê hemû xakên di bin dagirkeriyê de ne rizgar bikin.

 ‘JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR HEYE’

Qamişlo diyar kir gelek tabûr û şervanên ku ji gel û baweriyên cihê yên Rojava û Bakurê Sûriyê pêk hatine di eniya şer de ne û diyar kir ku yek ji van rêxistiniyên resen jî Meclîsa Leşkerî ya Sûryaniyan û şervanê wê ne. Qamişlo diyar kir şervanên wan ji destpêkê ve di nav pêngava azadkirina Reqayê de cih digirin. Qamişlo diyar kir ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk û Azad a Federal gelek gel û baweriyên wekî Suryanî, Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkes hatine cem hev û di pêngava azadkirina Reqqayê de bi şervanên gelên din re mil bi mil li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerê xwe dikin.

Qamişlo di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di ser serkeftina Kobanê re 2 sal derbas bûne, diyar kir ku ew ê girêdayî bîranînên hemû şoreşgeran bin ku di berxwedana Kobanê de nemir bûne û wiha got: ‘’Di pêngava azadkirina Reqayê de hedefa me ew e ku em gelên xwe ji zilma çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Em weke Meclîsa Leşkerî ya Suryanî di serî de bi birayên xwe yên Ereb re, bi hemû birayên xwe re em ê di nêz de birayên xwe rizgar bikin.

Her wiha dixwazim vê jî bibêjim; hesabên çetetên DAIŞ’ê yên ku li Kobanê têk çûyin û hesabên  gemarî yên dewletên piştgirê van çeteyan a li ser Federasyona Bakurê Sûriyê û gelên Sûriyê neqediyane. Em weke Sûryanî, Ereb, Kurd, Tirkmen , Çerkez û gelek gel û bawerî, gelên qedîm ên vê xakê ne. Bi dehan salan e ku li van xakan bi gelên din re bi biratî em jiyane. Di nav van salan de bi zanebûn ev gel bi hev dane şikandin. Em êdî divê ji vê re bibêjin êdî bes e. Ez bawer dikim ku me baş ji vê re got, êdî bes e. Berê çawa ku bi biratî hem li van xakan û hem jî li  Mezopotamyayê em bi hev re jiyan, niha jî em ê pişta xwe bidin hev û bi xurtir em ê bi hev re bijîn. Em ê yekîtiya xwe ya di eniya şer de xurtir dikin, em ê planên gemarî yên hêzên herêmê û hemû hêzan pûç bikin.’’