Koban û Newroz

Welatiyê bi navê Bozan Eto yê ku berê xwe dabû sînorê Bakur wiha got: “Wê rojek were ez ê bi meşê biçim bajarê Pirsûsê, ev têlika dijmin wê di bin lingên min de bilerize.”

Xelkê bajarê Kobanê û gundên wê di vê rojê de sibehê zû berê xwe didin kaşê miştenûr, heta demên berê, berî roj hilkeve, hinek malbat dihatin cihê şahiyê ta ku cihê herî xweş ji xwe re bigrin. Ji heft salî heta 70 salî beşdar dibin, her sal coşa Newrozê tê gûhartin, lê cih û îsrara hatina Newroze nayê gûhartin. Xaltiya Fatme Ehmed her sê gavan rûdinê bihnek vedide, wiha got: “Kurê min nabe ez neyêm Newrozê, divç her sal ez werim tevî ku nexweşim jî, lê îro Newroz e Newroz.”

Ciwanek nêzî 14 salî ala YPJ’ê dabû ser milê xwe û bi lez berê xwe dabû cihê şahiyê. Ciwanî got: “Lezbûna min ji bo rastî hevalên xwe werim ji ber niha gel pir bibe di nav qerbelxê de nema rastî hevalên xwe têm.”

Li gel welatiyên Kobanê kaşê Miştenûr cihekî xweyî tayîbet û pîroz heye. Di berxwedaniya kobanê de hê zêdetir bi watedar bû. Welatiyê bi navê Bozan Eto pişta xwe dabû kaş, rûniştîbûn, berê xwe dabû bakur û deşta Pirsûs got: “Her Newrozê, li sînor temaşe dikim ku çiqas gel pir dibe, ez dilşad dibim. Dixwazim leşkerên Tirk girsaya me bibînine."

 Xalê Bozan çavê xwe melûl kir û kûr û hûr li Bakur nêrî û got: “Wê rojek were ez ê bi meşê biçim bajarê Pirsûsê, ev têlika dijmin wê di bin lingên min de bilerize.”

Newroz jî îsal bi dirûşma “Bi ruhê Newroza Fedraliya Bakurê Sûriyeyê, Berxwedana Bakurê Kurdistanê Silav Dikin' hate pîrozkirin.

Şervanên YPG û YPJ bi cil û bergên xwe bi gel re bibûn yek.

Zarokeke biçûk a cilên YPJ’ê li ber bû, dema çavê wê bi kameraya ANF’ê ket tiliyên serkeftinê hilda jor.