KNK: Zextên li ser Tevgera Azadî xizmeta dagirkeran dike

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) zextên li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ku duh navenda wê ya giştî li Silêmaniyê hatibû dorpêşkirin şermezar kir û hişyarî da xwedî vê pêkanîn û got, ev pêkanîn xizmeta dagirkerên Kurdistanê dikin.

Duh danê sibê hêzên asayişa girêdayî hikumeta herêma Kurdistanê navenda Tevgera Azadî bi awayekî bê hiqûqî dorpêç kiribûn û zext lê kiribûn. KNK’ê ev pêkanîna hikumeta başûrê Kurdistanê hişyar û şermezar kir û got, divê ev rewş ji gelê Kurd re bê ravekirin û lêborîna wê bê xwestin. 

Daxuyanî wiha ye:

“Di rojên buhûrî de gef û fişarên Hukumeta herêma Kurdistanê li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Silemanî zêde bûne û gihaye asta êrîşan. Em hemû dizan in ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi fermî moleta karkirinê ji alî hikûmeta fedrala Îraqê heye û pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê jî pêgîriyê pê bike. Di demekî de heya îro desthalata herêma Kurdistan li Silêmaniyê YNK û li Hewlêrê PDK ew daxwaziya Tevgerê ji bo moletwergirtinê pesend nekiriye ku ev çar sal in li ser pêşkeşkirinê re derbas bûne. Lê Bexdayê zû de ew pesend kir.

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, ji keç, kur, zilam û jinên azadîxwaz ên başûrê Kurdistanê pêk hatiye. Ew bizaveke azadîxwaz ku li ser esaseke xwebexşî û dilxwazane kar dikin û yek ji rêxistinên Kurdistanî ya dijî sîstema dagîrkeriyê ne. Tevger ji bo çareserîkirina pirsa Kurd di rêya aştî û demokrasî de hewl dide û tevaya çalakiyên xwe pêdagirtine li ser bihêzkirina yekîtiya neteweyî û hevçeperiya tevaya hêzên Kurdistanî tedikoşe. Ew jî ji bo erêkirina sîstemekê ploralistî, jinandost û perlemanî û demokrasiyê ye.”

KNK’ê di daxuyaniya xwe de hikumeta Kurdistanê hişyar kir û got; “Em aliyên berpirsyar hişyar dikin ku dewleta Tirk bi daxistina wan baregehan bi tenê razî nabe û nasekine! Ewên ji sîstema dagîrkeriyê li Kurdistanê têgihiştine, vê dizanin ku plana rasteqîn ya dagîrkeran daxistina çend baregahên wî nîn e. Belku bi aqildarî û plankirî dixwazin agirê çerî di nav mala Kurdan de didin û rîzbendiya xebatê ya azadîxwaziya Kurdan şêlû bikin. Erdogan ku yek ji kesatiyê durû, ketî û şermezarên Cîhanê, bi hevkariya Îranê dixwazin pilanên xwe ji bo temamî wêrankirina başûrê Kurdistanê encam bikin.

Plana Tirkiye û Îranê gelek ji sînorê Başûr mezintire û ev pêngavên destpêkê ne. Di vê mijarê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hemû alî û rêxistinên siyasî agehdar dike ku gavên wiha, sîstematîk li cihên xwe nasekinin û zû yan dereng dê ber singê yên din jî rabin. Di cihê xwe daye ku dem ne dema nîşandana nerazîbûnan e. Ev helwesteke girînge ji bo daristina bingehbûna demokrasî û yekrêziya Niştîmanê me. Her wiha em daxwazê ji perpirsên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistan dikin ku ew xwe li hemberî fişar û zextên Tirkiye û Îranê ragirin û bi îrade û hêza gelê Kurdistanê bi bawer bin. Divê Başûr ne tenê serbilindî û şanaziya herêmê be; ji bo azadiyê, belku pêwîste ya tevaya xelkê Kurdistanê ragire. 

KNK, daxwaz li berpirsên Hikûmeta herêmê dike ku teslîmî daxwazên dagîrkeran nebin û moleta fermî ya hebûnê bidene wan hemûyan yên ku moral û rewişta giyanfîdakarî û xwebexşî û tekoşînê heye. Ew yekrêziya neteweyî û niştîmaniya me bi hêz dike û me dibe nava diyalogeke tendirust ya demokrasiyê.”