KNK: Ya li Konya bû, wehşet û komkujî ye!

Konseya Rêvebir ya KNK’ê bal kişand ser êrîşa nîjatperest a li Konyayê ku malbatek Kurd hate qetilkirin got: “Ev êrîş ne ji rêzê ye. Wehşet û Komkujî ye.” KNK’ê bang li her kesê kir ku li ber vê rabe.

Konseya Rêvebir ya KNK’ê têkildarî êrîşa nîjatperest a li Konya ku ji heman malbatê 3 jê jin 7 kes hatin qetilkirin, daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Duh êvarî li bajarê Konya yê li navçeya Meramê, nîjadperestên Tirk êrîşê malbatekî Kurd kirin, 7 kes qetilkirin û xanî jî şewitandin. Êrîşa li ser vê malbatê ne nû ye, di 12ê Gulana îsal de, komekî nîjadperestên Tirk ku hejmara wan ji 60 kesan zêdetirbûn, êrîşê heman malbatê kiribûn, endamên malbatê birîndar kiribûn û gefên kuştinê li wan xwaribûn.

Tişta li Konya yê çêbûyî tiştek ji rêzê nîne. Wehşete û komkujî ye. Eve demeke li metropolên Tirkiyê (Îzmîr, Enqere, Konya, Afyon, Eskîşehîr, Manîsa, Antalya hw.d.) êrîşên vî rengî li dijî Kurdan pêk tên. Heta niha gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndarbûn. Ev êrîşkar ne tenê bi serêxwe ne. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve, ji aliyê hikumeta AKP-MHP-Ergenekonê ve têne organîzekirin. Êrîşkar jî ji aliyê wan ve têne parastin. Amanca van êrîş û êrîşkaran, bi vî rengî Kurdan bi tirsînin, bê rêxistin bihêlin, teslîm bigrin û tine bikin. Dewleta Tirk di vî warî de xwedî tecrûbeye. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de, heman tişt anîn serê gelê Ermen û Yewnanan jî. Êrîşên li ser wan jî, vî rengî destpêkir û paşê jî qirkirin (Jenosid). Planê dewleta Tirk yê li ser Kurdan jî ewe.

Gelê me di bin êrîşekî ya tinekirinê de ye, em di bin tehdît û xeteriya qirkirênê de ne. Divê ev rastî bê dîtin û divê em gorî vê rastiyê tevbigerin. Li hember van êrîş û êrîşkaran, divê kesek gav paşve neavêje, divê bi awayekî rêxistinkirî parastina cewherî bê pêşxistin. Teybetî Kurdên li metropolên Tirkiyê, divê xwe baştir rêxistin bikin û xwe bi rêxistinî biparêzên.

Bi vê munasebetê; em bang li tevayî gelê Kurdistanê dikin ku li hember vê wehşetê bê deng nemînin, xwe rêxistin bikin, di nava tevgera azadiyê de cihê xwe bigrin, dijê êrîşkaran rawestin û xwedî li mexdûran derkevin. Dijmin çi bike bila bike, em heqin û li ser rêya heqiyê ne û emê serbikevin.

Herweha em bang li reya giştî ya cihanê, hêzên demokratîk û mirovparêz dikin ku wehşeta dewleta Tirk bibînin û piştgiriya tekoşîna azadiya gelê Kurd bikin.

Di heman demê de em carek din êrîş û wehşeta nijadperestên Tirk şermezar dikin, kesên jiyana xwe ji destdayîre rehmetê, ji kes û karên wan û ji hemî gelê Kurdistan ê re sersaxiyê dixwazin.”