KNK, Tevgera Azadî û RJAK’ê serdana Yagiz kirin

KNK, Tevgera Azadî û RJAK’ê çûn serdana Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Heyetê got; “Baweriya me heye ku hûnê bi serbikevin.”

Heyeta ku ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Tevgera Azadî û RJAK’ê pêk dihat, çû serdana endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku 155 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, endama Tevgera Azadî Berîvan Mihemed jî di nav de gelek kes di nava heyetê de cih girtin.

‘DEMILDEST DIVÊ TECRÎD RABE’

Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku li çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê yên li çar parçeyên Kurdistan û gelek cihên cîhanê didomin û wiha got; “Bi hezaran kesên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêzdar Ocalan dikin. Dewleta Tirk divê demildest tecrîdê rake.”

‘BAWERIYA ME HEYE KU WÊ SERBIKEVIN’

Berwarî bi domdarî got; “Gelê Kurd di pêvajoyek kritîk de ye. Dewleta Tirk ji bo fetisandina pêvajoyê tecrîda li ser Ocalan giran dike. Ji bo rakirina tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven bi tevlîbûna Nasir Yagiz, Fadîle, Îmam, Mûstafa û hezaran kesan didome. Baweriya me heye ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê wê serbikevin.”