KNK: Serhildana Qamişloyê bû hîmê xweseriyê
Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Ji ser wê komkujiya Qamişloyê sêzdeh sal bihurîn û vê gavê li Qamişloyê bayê azadiyê rabûye. Rojavaya Kurdistanê bi destê xwecihên xwe yên eslî ve tê îdare kirin."
Konseya Rêveber a KNK'ê got, "Ji ser wê komkujiya Qamişloyê sêzdeh sal bihurîn û vê gavê li Qamişloyê bayê azadiyê rabûye. Rojavaya Kurdistanê bi destê xwecihên xwe yên eslî ve tê îdare kirin."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya 13. salvegera komkujî û serhildanan Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, rejîma Beasê di 12'ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di aktîvîteyeke aştiyane ya sporê de xwîn rijand û hat bibîrxistin, ku di encama êrîşa hêzÂen paramîlîter ên rejîmê de bi dehan Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar bûn.
KNK'ê diyar kir, Qamişloyê ev êrîşa dijminî bê bersiv nehişt û got, "Berxwedaneke layiqî navê xwe nîşan da, serê xwe li ber êrîşa muxaberat û paramîlîterên rejima Beasê ne çemand. Rejimê dest bi girtinên komî kir, bi sedan kes avêtin zîndanan, şîdet û îşkence li wan kir. Rejîma Beasê zilma xwe di dereceya herî bilind de bi kar anî. Lê xelkê me, Kurdistaniyan berxwedana xwe, têkoşîna xwe domand."
'GELÊ ME QEDERA XWE HILGIRTIYE DESTÊ XWE'
Konseya Rêveber destnîşan kir, ku gelê Rojavayê Kurdistanê qedera xwe girtiye destê xwe û wiha dewam kir: "Temenê zilmê dirêj nîne Xelkê me ji sala 2012'ê ve li ser axa xwe dawî li desthilata rejîmê aniye û dest bi avakirina xweseriya xwe ya demokratîk kiriye. Ji ser wê komkujiya Qamişloyê sêzdeh sal bihurîn û vê gavê li Qamişloyê bayê azadiyê rabûye û rojavaya Kurdistanê bi destê xwecihên xwe yên eslî ve tê îdare kirin. Xelkê me digel xelkên din ên Kurdistanê dest dane hev û xweseriya xwe îlan kirin û îro ji Efrînê heta Minbicê û Kobanê û Girê Spî û heta Dêrik û Hesekê, sê kantonên Kurdistanê hatin damezrandin. Kurdan digel hevwelatiyên xwe yên Asûrî-Suryanî, Ermenî, Ereb, Turkmen û Çeçen, îdareya xwe ya xweser ava kirine û li axa xwe, li jiyana xwe û ya herî giring li paşeroja xwe xwudan derketine. Niha jî li vê herêmê Federasyana Bakurê Suriyê tê avakirin."
KNK'ê da xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê îro jî şer û têkoşîn dewam dike û da zanîn, herêma Cizîrê bi temamî hatiye paqijkirin, herêmên navbera Kantona Cizîrê û Minbicê hatine azadkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lê herêmên navbera Minbic û Efrînê hê di destê dijminan de ye. Di nava Helebê de jî herêmên Kurdnişîn di bin kontrola hêzên Kurdistanê de ne. Heta niha jî êrîşên li ser gelê me li seranserê Rojava berdewamin. Berxwedan, xurtkirina hêza parastinê û avakirina welat karê sereke ne. Divê ev kar bi hesasiyeteke mezin bêne meşandin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em wekî KNK di vê sêzdehemîn sala komkujiya Qamişlo de, şehîdên Qamişloyê bi rêzgirtineke mezin bi bîr tînin. Keda wan bi avê de neçû, berxwedana wan bû hîmê avabûna xweser a îro. Di serî de berxwedana Kobanê û hemû xelkê me yê Rojavayê îro rûyê me spî kiriye û serê me bilind kiriye. Îro jî gelê me yê Rojava dijî her reng êrîş û operasyonan welatê xwe diparêzin. Baweriya me bilind e ku pêkve xelkê me yê Rojava wê vê destketa mezin biparêzin û bikine warekî nimûne yê azadî û demokrasiyê.