KNK: Mala te ava mamoste Kerîm Muderîs

KNK'ê ji ber wefata nivîskar, wergêr û lêkolînerê Kurd Mihemed Mela Kerûm Muderîs, sersaxî ji malbatê re xwestin.

Komîsyona ziman, çand û perwerdeyê ya KNK'ê, ji ber wefata nivîskar, wergêr û lêkolînerê Kurd Mihemed Mela Kerûm Muderîs peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Duh 12'ê Adara 2017 an, di emrê xwe yê  82 salî de de Nivîskar û Kesatiyê navdar û diyarê edebiyata Kurdî Mamoste Mihemedê Mela Kerîm wefat kir û li pey xwe xermanek mezin ji kitêb û şakarenivîsên xwe ji bo cîhan û edebiyata kurdî bi cih hişt."

Li ser jiyana Mela Kerîm, di daxuyanmiyê de wiha hat gotin: "Mamoste, kurê mamostayê mezin Ebdulkerîmê Muderîs e. Helbet di heman demê de xwendekarê wî jî bû. Li navçeya Hewraman tê ser dinê, li Silêmaniyê mezin dibe û li Bexdayê di nav xebata Kora zaniyariya kurdî da dewrekê berçav û karîger hebû di xizmeta ziman, edebiyat, çand û vekolînên helbestên klasîkên kurdî û warê rojnamevaniyê de. Mamoste hembêzek bû ji bo vecemandina berhem û nivîsînên klasîk, destrengîn, xurt û merd di çapkirina dîwanên helbesta Kurdî."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Mela Kerîm ji ber helwestên xwe yên neteweyî, welatparêzî û tevlîbûna xwe li nava bizava siyasî, gelek caran ji aliyê dewletê ve hat girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em serxweşiyê li gelê xwe, li malbata mamoste dikin û dibêjin, ser sax bin û ruha wî şad û kamîran be û bi dil û can dibêjîn Mala te ava."