KNK: Ji bo Kurd û Kurdistanê, parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye

Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Ji bo Kurd û Kurdistanê, parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye.”

KNK’ê roja Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesê kir ku ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî bibe perwerdeyeke fermî divê serî de sazî û hemû partî li gel her welatiyeke Kurd bi berpirsyar tevbigerin û ji bo vê aramancê jî pêwîste Kurd li Kurdistanê bi vê hewlê têkoşîna xwe xurtir û bilind bike.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. îsal di nav rewşeke taybet da ev cejin tê pîroz kirin. Dewletên Tirkiye, Îran û Sûriya zilma xwe ya li ser netewa Kurdan sist nekiriye û naxwazin sist bikin, Kurd û Kurdistanî jî bo bi destxistina mafên xwe yên bingehîn li dijî van dewletên dagîrker berxwedana xwe didomînin.

Gelê Kurd bi salan e ji bo domandina hebûna xwe têkoşîneke xurt dide. Di pêvajoya vê têkoşînê de çeperê zimanî her tim di serî de bûye.

Ji bo dagirker têkbirin û helandina gelê Kurd bi birandina zimanê wan ve girêdaye, ji bo vê yekê girîng e ku Kurd li ser pirsa perwerdeya Kurdî rawestin û li ber xwe bidin. Zimanê me stêrka geş a li asmanê welatê me ye, heke ev stêr birije û nemîne ti wate ji hebûna Kurdan re li ser vê erdnîgariyê jî namîne, bi vê ruhê û di van rojên teng de bi rê û rêbazên cuda divê em cejna zimanê şêrînê Kurdî pîroz bikin û hişiyarî û hişmendiya çand û zimanî di nava gel de xurt bikin.

Pêwîste rê li ber perwerdeya bi Kurdî bê vekirin û ji bo vê yêkê di serî de partî û saziyên me û di pey re jî her welatiyek Kurd divê xwe berpirsiyar bibînin, ji bo vê armancê pêwîste Kurd li Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin.

KNK di vî warî da timî bala hêzên neteweyî kişandiye û dikêşê ser vê pirsa jîyanî. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ ê bi vê bîr û hizirê, pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî yên îsal bi dirûşma "Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye" daye destpê kirin.”