KNK: Em bi daxwazên rewa yên gelê Başûrê Kurdistanê re ne

Konseya Rêveber a KNK’ê roja Şemiyê civîneke awarte di derbarê xwepêşandan û bûyerên li herêma Başûrê Kurdistanê de, li dar xist û diyar kirin ku ew bi daxwaziyên rewa yên gelê Başûrê Kurdistanê re ne.

Konseya Rêveber a KNK’ê, di 12’ê Kanûnê de civîneke awarte li dar xist. Rojeva civînê xwepêşandan û bûyerên niha yên li Başûrê Kurdistanê bû.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di encama civînê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev çend rojên dawiyê, xwepêşandanan xwe li çendîn bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê vegirtiye. Qeyranên neçareserkirî yên li ser hev komboyî yên çendîn salan, başûr gihandiyê vê asta metirsîdar.

Di encama hêrsa nerazîbûna gel de, xwepêşandan hatine lidarxistin. Mixabin tundûtîjî û şêwazên nexwestî di van bûyeran de bi kar hatin. Çendîn hemwelatî birîndar bûn û çend kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo giyan jidestdana keç û xortên Kurdistanê xembar in û sersaxiyê ji gelê Kurdistan û malbatên qurbaniyan dixwazin û daxwaza serbest berdana girtiyên li hemû deveran dikin. Di heman demê de piştgîriya daxwazîyên rewa yên xwepêşanderan dikin, ji bona bi destxistina mafê debar û xizmetguzariyê, azadî û jiyanek serdem û bi rûmet dikin.

Ev mafên sereke û bingehîn yên gel in, hewldan ji bo misogerkirina van mafan, em bi maf û erkê her kesekî dizanin. Em hêvî dikin daxwaza van mafan bi şêweyeke demokratîk û aştiyane bên encam dayîn. Her çend e em di wê baweriyê de ne ku gelê dilsoz û nerazîyên Kurdistanê zana û şiyar e, ji bo ev maf werin bi cih anîn, pêwîst e şêweyên lidar xistina van meş û çalakiyan dûrbin ji kiryarên tund û têkderane. Ji ber vê yekê pêwîst e di xwepêşandanan de, bi hemû şêweyî rê li ber wan kesên ku ji bo bo hewldanên taybet û tevlîhevkirina rêçika heqîqeta nerazîbûnan, karên têkderane û neberpirs encam didin, bigirin.

Di heman demê de pêwîst e deshilatdarên Başûrê Kurdistanê li şûna bikaranîna şîdet û zorê, bersîva gelê nerazî bi çek, agir û tawanbarkirina hêzên Kurdistanî yên parçeyên din ên Kurdistanê, bi rastî werin dîtin û ji bo çareserkirina qeyranan û bi cihanîna daxwazên gel pêngav werin avêtin. Serbûrî û ezmûnan (tecrûbe) ispat kirine ku tundûtîjî, şidet û binpêkirina mafên gel, pirsgirêkan çareser nake. Bi dîtina me tenê rêya aşitî û danûstandinê dikare me ji vê qonaxê derbasî beravên ewle bike.

Di rewşeke wisa hestiyar û metirsîdar de ku Kurdistan û herêm tê de derbas dibin û guherînên mezin bi rê de ne de, ev rewş ji aliyekê ve derfetan ji dagirkeran re vedike ku tevlîheviyê çêbike û ji aliyek din ve destkeftiyên gelê me jî têxe bin xeterîyê.

Di vê qonaxê de, Kurdistanê pêwîstî bi şêweyekî rêveberiyê heye ku bikaribe bibe bersiva sedan salên bindestî, tepeserî û bindestiya jêr destên dagirkeran. Sîstemek ku bikare jîn û jiyara gelê Kurdistanê bi serfirazî biparêze ava bike. Em daxwazê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikin ku çareseriyeke aştiyane û demokrasiyane ji pirsgirêkên gelê Başûrê Kurdistanê re bibîne û rê li ber destwerdan û armancên dagirkeran bigrin. Hewlên aşitiyane û diyalogê bi gel re çêbikin, ne ku binpêkirina daxwaziyên wan. Her wisa em daxwazê ji hêzên ewlehîyê dikin ku dev ji bikarînana çekan a li dijî xwepêşandaran berdin. Bi berpirsiyariyek nîştîmanî çavdêrîyê li bûyeran bikin.”