KNK’ê helbestvanê Kurd Celal Melekşa bibîr anî

Komîteya Ziman, Çand û Perwerdehiyê ya KNK’ê bi daxuyaniyekê sersaxî ji gelê Kurd û malbata helbestvan Celal Melekşa re xwest.

Komîteya Ziman, Çand û Perwerdehiyê ya KNK’ê bi daxuyaniyekê wêjevan û helbestvanê Kurd Celal Melekşa bibîr anî û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: Celal Melekşa, helbestvanê Kurd piştî bi dehan sal, kedek mezin ji bo çand û wêjeya Kurdî ber bi divovaniya Xweda çû. Celal Melekşa beriya şoreşa gelên Îranê û piştî wê, ji aliyê dewleta Îranê ve çend caran hatbû girtin û êşkencekirin.

Helbestên wî di asta herî bilind ya şoreş û berxwedanê de bûn. Koça dawiya Mamosta Celal bû sedema xemgîniya gelê Kurd bi giştî û bi taybetî gelê me li Rojheliatê Kurdistanê. Qelema Celal di xizmeta doza azadiya gelê Kurd de bû û di demekê kin de bû hezkiriyê hemû gelê Kurd.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan bi xem û kesereke gelek zêde, serexweşiyên xwe pêşkêşî malbata Celal Melekşa û hemû gelê Kurd dike û bi hurmet hebestvanê mezinê Kurd Celal Melekşa bibîr tîne.

Bila serê malbata wî û serê hemû gelê me sax be.”