KNK’ê sersaxî ji malbata Xelef re xwest

KNK’ê bi peyamekê dilgiraniya xwe ya ji bo wefata endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Xelef anî ziman û sersaxî ji bo malbat û dostên wî xwest.

Hevserokatiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê sersaxî ji malbata Ebdulrehman Xelef re xwest.

Hevserokatiyê di peyama xwe de ev tişt got: “Bi xem û dilgiranîyeke mezin di nava xema koç û wefata Heval Xelîfe de li gel we da beşdarîn. Heval Ebdulrehman endamekî çalak û tekoşerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bû. Mixabin me û gelê Kurdistanê kesatiyeke dilsoz û xwedî bawer bi yekîtiya Neteweyî û Niştîmanîya Kurdistanê ji dest da. Lê belê nav û hewl xebata wî her tim bi zindî û berçav dimîne û dibe mînakek ji bo nifşê nû û yên li pey tên.

Wê tim xebat û hêza wî ya kar a ji bo gelê Kurd di dil û hizrê me de tim bimîne.”