KNK’ê sersaxî ji Fermandarê QSD’ê Ebdî re xwest

Hevserokên KNK’ê ji ber wefata dayika Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ya bi navê Xezne Hac Hisên sersaxî ji Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û malbatê wî re xwest.

Hevserokên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Morad û Ehmed Qeremûs bi peyamekê sersaxî li Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û malbata wî da.

Hevserokên KNK’ê di peyama xwe ya sersaxiyê de ev got: “Mixabin me bi xemgînî nûçeya koça dawî ya dayika we ya rêzdar Xezne Hec Hisên bihîst.

Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), serxweşiyê li we û li malbata we dikin û em hevbeşên xema we û malbata we ne.

Xwedê giyanê dayika we bi bihuştê şad bike.”