KNK'ê qurbaniyên komkujiya Qeladizê bi bîr anî

KNK'ê di salvegera 35'an a komkujiya Qeladizê de, hemû qurbanî bi rêzdarî bi bîr anî û hêzên kujer jî bi tundî şermezar kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi munasebeta salvegera komkujiya 24'ê Nîsana 1974'an a li Qeladiza Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KNK'ê bi tundî qetiama xwendekar û mamoste bûn qurbanî şermezar kir û diyar kir, "Di 11'ê Adara 1970'î de, di navbera Rêveberiya Şoreşa Kurdistanê û Hikumeta Iraqê de peymana otonomiyê hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê, pêwîst bû ku hemû şert û mercên otonomiyê di bihara sala 1974'an de bihatina pêkanîn. Lê hikumeta Iraqê li gorî peymanê tevnegeriya û Adara 1974'an kete êrîşê. Şerekî giran li seranserê Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Devera Qeladizê, di destê hêzên şoreşê de bû. Mamoste û xwendekarên Zankoya Silêmaniyê jî bi awayekî fiîlî, zanko birin Qeladizê û li wê derê perwerdeya xwe dewam kirin. Ji bo rejîma Baas a faşîst, hemû dem û dezgehên Kurdistanê hedef bûn. Ewan di êrîşên xwe de cihên eskerî û sivîl ji hev cuda nedikirin. Bi taybetî dezgehên xwendin û rewşenbîrî ji xwe re dikirin amanc.

24'ê Nîsana 1974'an de êrîşekî hewayî ya mezin anîn ser bajarê Qeladizê, bi taybetî jî zaningeh kirin hedef. Bi bombeyên napalm, zaningeh bombe kirin. Di bombabaranê de ji sedan zêdetir xwendekar û mamoste şehîd ketin û sedan jî birîndar bûn. Di heman demê de êrîşî Helebce jî kirin û bi dehan mirovên sivîl şehîd ketin. Ev qetlîam bû despêka qetlîamên weke Enfal û kîmyabarana Helepce û yên din. Rejîma Beas a faşîst, rûyê xwe yê reş pêşiyê li Qaladizê da nîşan û berdewam kir.

Di 35. saliya qetliama Qiledizê de, di kesayeta şehîdên zaningehê de, em şehîdên azadiyê hemûyan bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Her wiha di şexsiyeta rejîma Beas de, em hemû qatil û dagirkerên Kurdistanê, careke din bi tundî şermezar û mehkum dikin."