KNK'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li gelê Kurd kir

KNK'ê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyaniyeke niviskî da û got, ''. Armanca wan kivş e; dixwazin îdareya xweser ya rojavaya Kurdistanê hilweşînin'', bang li gel kir ku li dijî êrîşan rabe ser piyan.

KNK'ê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyaniyeke niviskî da û got, ''. Armanca wan kivş e; dixwazin îdareya xweser ya rojavaya Kurdistanê hilweşînin'', bang li gel kir ku li dijî êrîşan rabe ser piyan.

KNK'ê êrîşên bi balafirên şer ên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Şengalê bi bîr xist û got, ''Piştî gefên Erdogan, yên roja 12.12.2018'an, frokeyên şer yên Tirkan, rojekî piştre Mexmûr û Şengal bombebaran kirin. Gef û êrîşên dewleta Tirk berdewam in.

Li hember van gef û êrîşan, divê li her derî, gelê me jî li ser piya be. Roj roja xîretê ye. Xelkê Kurdistanê, rêvebir û hemû dînamîkên welêt divêt li her derê lê, li welat û derveyî welat vê pirsê di serê her karî da bigirin û seferber bin ku rê li ber vê dagîrkeriya dewleta Tirk bête girtin.''

Daxuyaniya KNK'ê ya têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê wiha ye:

'DEWLETA TIRK XWE ZELAL KIRIYE'

Dewleta Tirk hedefa xwe zelal kiriye. Ji bo têkbirina deskeftiyên gelê Kurdistanê sûnd xwariye. Pratîka wan ya van salên dawiyê vê yêkê bi berfirehî nîşan dide. Li bakura Kurdistanê wêrankeriya xwe didomîne û Kurdistan li xelk û rêvebiran kiriye zîndan. Adeta bêhn li xelkê Kurdistanê hatiye çik kirin. Rêvebiriya dewleta Tirk, cepheyê Erdogan û Bahçeli sîstemekî xeddar ava kirine û tenê bi zulma navtixûb namînin û dest bi dagirkeriya dertixûb jî kirine. Ji başûr ve navçeya Biradosta û li rojavaya Kurdistanê jî xeta Cerablus û Efrînê dagir kirine. Niha jî hedef kirine navçeyên dî yên rojavaya Kurdistanê, yên ku di bin îdareya hêzên xwemal da.

'ARMANC HILWEŞANDINA RÊVEBERIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE'

Serokdewletê Tirkiyeyê Teyîb Erdogan piştî şêwra digel şirîkên xwe Bahçelî û Ergenekonê ferman da ku ji Kobanî û Girê Spî pê ve ber bi Serêkaniyê heta Dêrika Cizîrê timamî korîdora binxetê hilgirine bin kontrola xwe. Armanca wan kivş e; dixwazin îdareya xweser ya rojavaya Kurdistanê hilweşînin. Dewleta Tirk naxwaze ku Kurd digel hevwelatiyên xwe, li welatê xwe Kurdistanê azad bijîn. Di vî warî da Iran û tifaqdarên wan rêvebirên hakim yên Bexdayê û Şamê jî destekdar in. Xala wan ya hevpar rê li ber Kurdan birîne.

'HEMÛ KURDISTAN LI BER HALEKÎ MAN Û NEMANÊ YE'

Hewildaneke bi vî rengî dê hemû destkevtên Kurdistanê bêxe nav tehlîkeyeke mezin ku ewlehiya wan nemîne. Bi dagirkeriya berfireh ya rojavaya Kurdistanê ya ji teref dewleta Tirk ve, wê başûra Kurdistanê jî were dorpêç kirin ku gav bi gav bête fetisandin. Eve tê wê manayê ku hemû Kurdistan di nav halekî man û nemanê da ye.

'DYA CESARETÊ DIDE DEWLETA TIRK'

Di pirsa Efrînê da hate dîtin ku Rûsya li ser hesabê xwe û tifaqdara xwe rejima Şamê ye. Di operasyona Bexdayê ya li ser Kerkûkê da jî hate dîtin ku Amerîka (DYA) jî hesabê xwe dike. Di nav vê hesabdariya dewletên mezin yên li navçeyê da, Kurd û Kurdistanî jî divêt hesabê xwe bi xwe bikin. Dewletê Yekbûyî yên Amerîka, li hember hêzên terorîst û hine ji hêzên herêmî li gel hêzên Kurdî di nava tifaqê de ye. Lê mixabin hember dewleta Tirk tengên xwe sist dike û ev jî cisaretê dide dewleta Tirk.

Rewşa nû ya li Kurdistanê û bi taybetî jî rûdana nû ya li rojavaya Kurdistanê, nîşan dide ku dewleta Tirk, wê êrişkarî û dagirkeriya xwe bidomîne. Beramberî vê xetera mezin rêvebiriya rojavaya Kurdistanê û Federasyona Bakura Sûriyeyê, biryara seferberiyê dane ku cih û warê xwe, welatê xwe biparêzin.

'WÊ BIBE ŞIKESTINA AMARÎKAYÊ JÎ'

KNK vê rewşa nû giring dibîne û bang li xelkê Kurdistanê û rêvebiriyan dike ku rûdana nû tenê wekî gefekê nebînin, micid bigirin û tedbîrên parastinê werbigirin û piştevaniya xelkê rojavaya Kurdistanê bikin. Pêk ve rêvebiriyên Kurdistanê divêt vê rewşa nû, bi berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî hilgirine serê rojeva xwe û bi hev ra planê parastina welêt çêbikin û bi yêkdengî bala Amerîkayê (DYA) jî bikêşin ku serkevtina Tirkiyeyê, herwisa wê bibe şkestina Amerîkayê jî.