KNK: Bi yetkîtiyê em baviksalarî û faşîzmê têk bibin!

Komîsyona jinan a KNK’ê bi daxuyaniyekê 8’ê adarê pîroz kir. Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîn, berxwedan û yekîtiya neteweyî.

Komîsyona jinan a KNK'ê, bi wesîleya cejna 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîsyona jinan bal kişand ser destkeftiyên bi têkoşîn, berxwedanê pêk hatine; yekîtiya neteweyî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Daxuyanî wiha ye:

“Em jinên Kurd, 8’ê Adara îsal di nav du hevsengiyên giran de peşwazî dikin. Li aliyekî siyaseta faşîzan, dagirkerî û mêtînkeriya dewletên dagirker a li ser Kurdistanê zêde dibe, li aliyê din jî, zulm û zexta civakî ji aliyê zayendparêzî û baviksalariyê ve xwe li ser jinên Kurd ferz dike. Her du jî dixwazin hêz û rêxistinbûna mezin a azadiyê bê deng bikin. Hemû deshilatdar, çi dewlet çi jî mêrên serdest, dizanin ku dînamîk û hêza bingehîn a azadiya siyasî û civakî, azadiya jinan e. Lewma ji bo pêşiya vê hêzê bigrin, zext û zulmê zêde dikin.

Di serî de dewleta dagirker û metînker aTirk ji bo karibe xwe li ser piyan bigre, îro li Bakur, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar li dijî Kurdan dimeşîne. Hemû danûstandinên xwe yên dîplomatîk jî, li ser dijberiya Kurdan ava kiriye. Ji bo ku li Tirkiyê di nav civakê de jî, dengê azadî û demokrasiyê bilind nebe, banga desthilatdariya mêrên serdest dike û her diçe koletiya li ser jinan pêşve dixe. Jixwe pergalên faşîzan di karekterên xwe de ne tenê li dijî pirrengiya civakî ne, dixwazin gelan bi rêya koletiya jinan teslîm bigrin. DAÎŞ’ê xwest ku vê yekê li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn pêk bîne. Huqumeta AKP-MHP’ê jî weke mîmarê DAÎŞ’ê dixwaze vê siyasetê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rêya qanûn, siyaset û çandê bi cîh bike. Di vê çarçovê de AKP-MHP tenê dijminên Gelê Kurd nîn in, dijminatiya jinan jî stratejiyeke sereke ye.

Şervanên jin ên Kurd weke lehengan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Îro serkeftina leşkerî û şikestina DAÎŞ’ê nêz e. Êdî erka hemû jinên Kurd ew e ku giredayê serkeftina leşkerî li dijî DAÎŞ’ê, di qada civakî, çandî û siyasî de jî têkoşîna li dijî îdeolojiya DAÎŞ’ê ya ku nûnertiya wê AKP-MHP pêk tîne, xurttir bikin. Erka welatparêzî û xwedîlêderketina rihê têkoşîna azadiya jinan a 8ê Adarê ew e ku faşîzma ku pêşengiya wê dewleta Tirk dike bişkînin.

Li aliyê din ev têkoşîn pêwîst e, li dijî îdeolojiya serdestiya mêr di nava civaka Kurd de jî, bê şikênandin. Zêdebûna zevecan a di temenê biçûk de û kuştina jinan, li Kurdistanê her diçe zêde dibe. Li Başûrê Kurdistanê di kampên penaberan de firotina keçan a di temenê navbera 10, 11, 12 salî de gihîştiye asta rajorîn. Her wiha li Başûrê Kurdistanê roj nîne ku jinek neyê qetilkirin. Kuştin û xwekeuştina jinan li Rojhilat, Bakur û di nav Kurdên diyaspora Ewropayê de jî, zêde bûye. Bi baldarî pêwîst e, em jin wan bûyeran weke pirsgirêka neteweyî bigrin dest û bi rêya torên siyasî û civakî, kuştina jinan û teşfîqkirina ji bo xwekuştinê weke suçê mirovahiyê û nirxên li dijî welatpareziyê di nav civaka Kurd û Kurdistanê de bigrin dest.

Yên li dijî baviksalariya ku binesaziya faşîzmê ye, di qonaxa herî girîng a dîroka Kurdan de pêşengiyê dike dîsa jineke Kurd e. Leyla Guven him weke Kurd him jî weke jin îro bû sembola pêşengiya li dijî şer, mêtîngerî, dagirkerî û faşîzmê. Pêwîstî heye ku jinên Kurd li berxwedana Leyla Guvenê xwedî derkevin, da ku pergala li dijî Kurd û jinê ji binî ve bişkê. Di vê çarçoveyê de, daxwaza Leyla Guven û hemû berxwedêrên girevên birçûbûnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pir grîng e. Birêz Abdullah Ocalan azadiya jinan, kir pîvana azadiya civakê. Êdî hebûn û rexistinbûna jinan bû garantiya azadiya Kurdistanê. Ji ber wê sedema rixme hemû paşveketina baviksalariya civakî û faşîzma dewletên dagirker, jinên Kurd di asta cîhanê de weke şopdarên Clara Zetkîn û şoreşa navneteweyî ya jinan tê pejirandin.

Di salvegera 8’ê Adarê de em bejna xwe li ber hemû jinên şehîd ditewînîn û dubare piştgiriya xwe ji bo berxwedrêrên girevên birçibûnê tînin ziman.”