KNK bi endamên xwe yên li Başûrê Kurdistanê re civiya

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo krîz, yekîtiya neteweyî û çareseriyê bi endamên xwe yên li Başûrê Kurdistanê re civiya.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li bajarê Dukanê bi endamên xwe yên li Başûrê Kurdistanê re civiya. Nêzî 40 endam û rêveberên li Başûrê Kurdistanê beşdar bûn.

Di nîqaşan de referandûm, dagirkirina herêmên bi nîqaş hatin nirxandin.

‘DIVÊ ÊRÎŞ Û ZEXT WERIN SEKINANDIN’

Di nirxandinan de hate xwestin ku divê êrîş û zextên li Xûrmatû, Dakûk, Kerkûk û cihên din werin sekinandin. Di nîqaşan de ev tişt derketin pêş:

“Di nîqaş û nirxandinên me de ev tişt derkete pêş ku ji bo azadiya gelê me yê li Başûrê Kurdistanê divê Iraq bibe welatekî demokratîk.”

BANGA DIYALOG Û ŞEFFAFIYÊ

Di civînê de têkildarî krîza li ser budçeyê ya di navbera hikumeta navendî û herêmî de jî bang li herdu aliyan hate kirin ku bila bi awayekî şeffaf diyalogê bi hev re deynin û kêşeyan çareser bikin.

KOMÊN XEBATÊ HATIN AVAKIRIN

Meseleyeke din a ku di civînê de li ser wê nîqaş hate kirin ev bû ku, ji bo kêşeyên navxweyî yên di navbera avadaniyên siyasî de û kêşeyên derveyî divê mekanîzmayek were avakirin. Li ser vî esasî ji bo çareserkirina kêşeyên li her çar parçeyên Kurdistanê komên xebatê hatin avakirin.

KOMXEBATA YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Di civînê de li ser Komxebata Yekîtiya Neteweyî jî hate sekinandin. Biryar hate dayîn ku di nava sala 2018’an de komxebat were lidarxistin.