KMMK’ê têkildarê xwepêşandanan raporek weşand

KMMK’ê bi raporekê bal kişande ser binpêkirinên mafê mirov ên 55 rojên derbasbûyî û diyar kir ku ji ber dewleta Îranê rê nade saziyên mafê mirovan û derfetên ragihandinî hatine astengkirin rapora heyî tenê beşeke ya ku kariye piştrast bike.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) binpêkirinên mafê mirovan a ji aliyê dewleta Îranê li hemberî xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava 55 rojan eşkere kir.

Di raporê de KMMK’ê îşaret bi siyasetên dewleta Îranê yên di çarçoveya binpêkirinên mafê mirovan dike û radigihîne ku dewleta Îranê bi awayeke rojane û sîstematîk mafên mirov ên welatiyan binpê kiriye û her ku diçe zêdetir dibe.

KMMK her wiha eşkere dike ku di nava 55 rojên xwepêşandanan de bi taybetî li Rojhilatê Kurditanê herî kêm 130 jin û 645 mêr hatine destgîrkirin û dibe hejmara kesên destgîrkirî û girtî zêdetir jî be.

Her wiha têkildarê hejmara kesên heta niha hatine qetilkirin û birîndar bûne jî ev agahî parve kiriye; “Di berdewamiya bernameya sîstematîk a hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ya di çarçoveya tunekirin û qetlîama gel de bi taybetî tepisandin û qetilkirina jinan piştî Jîna Emînî ji aliyê van hêzan ve ku ji bajarên Seqiz û Dîwandere yên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û belavî hemû bajarên Îranê bû; gel ji aliyê hêzên dewleta Îranê bi taybetî li tevahî bajarên Rojhilatê Kurdistanê bûn armanca rasterast û guleyan. Li gorî raporên gihîştine ber dest 67 kes hatine qetilkirin û zêdetirê 37 kes jî birîndar bûne.”

Li gorî tor û rêxistinên mafên mirovan ên Îranê hejmara kesên hatinî destgîrkirin û girtin, her wiha yên hatine qetilkirin û birîndar bûne li seranserê Îranê pir zêde ne û  ev bîlanço her roj girantir dibe. Lê xwepêşandanên gelan jî tevî wan hemû binpêkirinên mafan û zextan bê navber didomin.