Koordînasyona KJK'ê, der barê greva birçîbûnê ya li girtîgehan, daxuyaniyek weşand.
Koordînasyonê got, "Em di saleke mîladî de ne, ku 2017 serketinê bi berxwedanê diyarî hemû gelên berxwedêr dike" û wiha dewam kir: "Hêzên hegemonîk ên serdest, ku kaosa bi rêk û pêk were polîtîkayekê dimeşînin û jê hêvî ne, di nava krîza vê polîtîkaya xwe de bilebitin. Ji bo derketina ji vê rewşê jî hê bêhtir şer sor dikin û zordariya xwe giran dikin.
Li Tirkiyeyê, ku ji vê rewşê ne cihê ye, bêkêrbûna parametreyên netewe dewletê, di nava hevsengiyên navxweyî de rê li ber qerizîn û parçebûnê vekiriye. Netewe dewlet, bi zordarî û serdestiya li ser gelan, bi taybetî bi girankirina polîtîkaya qirkirinê ya li dijî Kurdan, hewl dide êrîşên xwe yên bê perwa rewa bike û bi vî rengî encamê bi dest bixe. Hêzên hegemonîk û desthilatdariya AKP'ê yên dest bi êrîşa şerekî ku ji aliyê madî û manewî ve sed salên Tirkiyeyê diyar bike, hemû derfetên xwe seferber kirine."
'AKP WÊ MÎNA FINDEKÊ BIHELE'
Di dewama daxuyaniya KJK'ê de hat gotin:
"Li dijî van êrîş û polîtîkayên tinekirinê, bêguman wê gel li ber xwe bidin û heta serketinê nesekinin. Û AKP û hikumeta wê, mîna findeke ku nikare binê xwe jî ronî bike, mehkûmî helandinê ye.
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd di sala 3'an de ye. Dijwarbûna mercên jiyanê, zêdebûna îşkenceya fîzîkî, talankirina mafên mirovan, zext û hewldanên teslîmgirtinê yên li zindanan, ji vê yekê cuda nîne. Zext û polîtîkayên teslîmgirtinê bi rengekî rêk û pêk tên meşandin. Xala ku vê polîtîkayê bişikîne, rakirina tecrîdê ye. Zîhniyeta dewletparêz a ku tine dihesibîne û tinekirinê datîne pêşiya xwe, sîstema Îmraliyê li hemû zindanan û li hemû qadên jiyana civakê belav kiriye. Jiyana civakê veguherandiye zindaneke vekirî. Bi rêya biryarnameyan bi hezaran welatparêz û demokrat ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ya faşîst ve dîl hatine girtin. Têkoşîna gelê Kurd ê bir ûmet û civaka Tirkiyeyê ya berxwedêr, li dijî vê qirkirina çandî weke berxwedaneke dîrokî geş dibe.
Berxwedana mafdar û bi rûmet a girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê ku bi rojan e li zindanan didomînin, helwesteke watedar û şoreşger e. Ev berxwedan, pêngaveke şoreşgerî ye ku rastiyê derxiîne holê. Rewa ye û ya divê were kirin e.
'EM Ê BI BERXWEDANÊ TEQEZ BI SER BIKEVIN'
Li zindanên ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr a şaristaniya dewletparêz hatine avakirin, rê û rêbazên kedîkirina kesayetên azad, şikandina vîna wan û bîatkirinê, her tim bi zor û zehmetiyê hatine meşandin. Mîna tecrîda giran û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li dijî girtiyan tên kirin... Lê, çawa ku duh me li ber xwe dan û em bi ser ketin, çawa ku em îro li ber xwe didin û bi ser dikevin, em ê sibe jî bi berxwedanê teqez bi ser bikevin! Ji ber vê yekê, eger girtî wê bi îrade û bedena xwe pêşî li zext û zilma li zindanan bigirin, wê demê divê weke gelê Kurd û hemû gelên din em li dora wan bicivin, berxwedanê hê bi rêxistinî û mezin bikin û têkoşîna azadiyê bi ser bixînin. Ji ber ku roj roja serketina bi rêxistinbûnê û misogerkirina azadiyê ye.
Li ser vê bingehê, em bang li gelan, jinan û hêzên demokratîk dikin, ku xwedî li berxwedana grev birçîbûnê ya li zindanan derkevin, daxwazên mafdar ên girtiyan bi dengekî bilind bînin ziman û berxwedana wan mezin bikin."