KJK'ê çalakiya gerîla ya li Şemzînanê pîroz kir

KJK: Di şexsê hemû hevrêyên xwe de yên li Şemzînanê çalakî pêk anîn, em fermandar û gerîlayên HPG-YJA STAR'ê ku navê gerîlatiya serketinê ya sedsala 21'ê ne pîroz dikin.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û gerîlayên tevlî çalakiya li Şemzînanê bûn pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji biharê ve li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li dijî Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca tinekirinê êrîşên giran dike. Gel û gerîlayên me yên azadiyê bi xurtî li dijî êrîşan li ber xwe dan û bi berxwedaneke bi heybet êrîşên nava salê pûç kirin. Çalakiya herî dawî ya gerîlayên HPG-YJA STAR'ê ya li Şemzînanê weke dewama vê berxwedana bi heybet û bersiva herî mezin a li êrîşên dagirkeriyê re. Ji ber vê yekê çalakiya gerîla ya li Şemzînanê nîşaneya herî mezin a rêbaz û ruhê serketinê yê li dijî êrîşên dijmin ên bi teknîkê ye."

BERSIVA JI BO GERÎLATIYA SEDSALA 21'Ê YE

KJK'ê bal kişand ser van xusûsan "Li dijî hewldanên hêzên dijmin ên ji bo qedandina berxwedana gerîla, çalakiya ku li Şemzînanê ji aliyê gerîlayên HPG-YJA STAR'ê ve hate kirin bersiva ji bo pirsa li ser gerîlatiya serdema nû ya sedsala 21'ê ye. Lewma rêbaza tevger û lêdanê ya gerîlatiya profesyonel a vê serdemê wê bibe rêbaza serketinê û hemû êrîşên tasfiyeyê pûç bike. Azadiya Rêber Apo û paşeroja azad a gelê me wê bi rêbaza gerîla ya serketinê pêk were.

Di şexsê fermandarê serketinê yê serdemê hevrê Atakan, pêşengê mezin ê civaka me ya Êzidî hevrê Zekî Şengalî û fermandara serketinê ya gerîlabûna jinê hevrê Medya Mawa de bi vê çalakiyê re tola hevrêyên me yên şehîd hatiye hilanîn. Lewma em di şexsê hemû hevrêyên xwe de yên li Şemzînanê çalakî pêk anîn, em fermandar û gerîlayên HPG-YJA STAR'ê ku navê gerîlatiya serketinê ya sedsala 21'ê ne pîroz dikin. Em pê bawer in ku wê serketina wan zêdetir bibe."