KJK: 1'ê Gulanê roja rabûna li ber faşîzmê ye

KJK: 1'ê Gulanê ya îsal roja rabûna li ber qirkirin û kedxwariyê ye, li dijî faşîzmê roja serhildan, rêxistinbûn û têkoşînê ye.

Koordînasyona KJK'ê li ser 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew di demeke dîrokî de 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê ya Kedkaran pêşwazî dikin.

KJK'ê di destpêka daxuyaniyê de 1'ê Gulanê cejna berxwedanê li karker, gundî û kedkaran pîroz kir û careke din soz da ku wê berxwedana xwe ya ji bo israra di sosyalîzm û mirovahiyê de geş bikin.

Koordînasyona KJK'ê hemû şehîdên şoreşê ku ji bo mafên karker û kedkaran li ber xwe dan û canê xwe di oxira nirxên sosyalîst de feda kirin bi wesîleya 1'ê Gulanê bi bîr anî.

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin ku modernîteya kapîtalîst ji her demê bêhtir karker û kedkaran talan dike, zext û zordariyê li wan dike û wiha dewam kir: "Bi rengekî vekirî, veşartî, ji dil, ne ji dil koledariyê li ser wan ferz dike. Hemû nirxên kedê yên civakê veguherandine qadeke îstîsmar, mêtingerî û destavêtinê. Ji aliyê madî û manewî ve talaneke gelekî giran tê kirin. Ji her awayî ve civak û jiyan tê qirkirin. Bêguman talan û qirkirin herî zêde li dayik û jinan tê kirin."

KJK'ê destnîşan kir ku karker û kedkarên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi êrîşên giran ên faşîzm û dîktatoriya AKP-MHP'ê tên bêdengkirin, bêîradekirin û got, "Di nava karên ku ji ti alî ve ewle nîne tên xebitandin, nikarin heqdestê xwe bigirin, dibin hedefa cînayetên kar, bi rengekî kêfî ji kar tên derxistin û bi birçîbûn û xizaniyê tên mehkûmkirin."

Di dewama daxuyaniya xwe de KJK'ê ragihand ku hikumeta faşîst a AKP'ê li her derê li dijî Kurdan şer ragihandiye û got, "Li Bakurê Kurdistanê ji xwe bi salan e şer dike. Li Rojava, li Efrînê û li Başûrê Kurdistanê jî li dijî Kurdan şer dike. Li dijî Kurdan şerekî giran ê qirkirinê tê kirin. Navekî din ê vî şerê qirkirinê jî qirkirina ked û kedkarên li Tirkiyeyê ye. Berdêla şer; birçîbûn, xizanî, dejenerebûn, kuştin, dînbûn, şîdet û destdirêjî ye. Her ku şerê qirkirinê dewam dike, hinek bêhtir dewlemend dibin, piraniya welatiyan jî xizan dibin, bêkar dimînin û îrade tine dibe."

KJK'ê diyar kir ku Tirkiye û Kurdistan nema dikarin vî barê faşîst hilgirin û got, "Jiyan ji her alî ve hatiye herimandin. Barekî giran li pişta gelên me, li pişta kedkar û jinan kirine. Ev bar mirovan dikuje, dike dijminê hev û xwînê li vê axê dirijîne. 1'ê Gulanê ya îsal roja rabûna li ber qirkirin û kedxwariyê ye, li dijî faşîzmê roja serhildan, rêxistinbûn û têkoşînê ye. Ew roj e ku faşîzm bê têkbirin û bi piştgirî û têkoşîna hevpar demokasî, azadî û sosyalîzm bê afirandin. Her kesên alîgirê ked û kedkariyê, pêwîste di vê 1'ê Gulanê de bibin yek û li dijî faşîzmê bi hev re tevbigerin. Divê 1'ê Gulanê ya îsal bibe geşbûna eniya hevpar û yekbûna hêza kedê ku faşîzma Erdogan û Bahçelî hildiweşîne."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jin, ciwan, karker, gundî, bê kar û bindestan hate kirin ku dakevin qada 1'ê Gulanê, li her cihî hesab ji faşîzmê bipirsin û li dijî faşîzmê eniya demokrasî û azadiyê mezin bikin.