KJAR: Bi rengekî dîrokî hesab ji hêzên komploger tê pirsîn

Koordînasyona KJAR'ê destnîşan kir, ku bi sekna têkoşînê ya li Kurdistanê bi rengekî dîrokî hesab ji armanc û siyaseta qirêj a hêzên komploger tê pirsîn.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) ji ber salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek jinên Kurd û gelê Kurd em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku mîna ‘ROJA REŞ’ derbasî dîroka me bû û wê weke êrîşa herî mezin li hemberî hebûn, rûmet û azadiya xwe dibînîn, di sala 23’an a wê de bi hêrsek mezin û ruhê berxwedanê re careke din biryardariya xwe ya têkoşînê radigihînîn. Komploya 15’ê Sibatê ku yekdestparêziya zilamê serdest hemû kirêtiyên xwe bê sînor danî holê û pêkanî ket sala xwe ya 23’an. Bi dirêjahiya 22 salan; di serî de hevalên me yên şehîd û qehreman, gelê me, jinên Kurd û tevgera me xelekek mezin li dora berxwedaniya ku Rêber Apo bi vîneke mezintir ji ya însan pêşxistî çêkir û di nava têkoşîneke dîrokî de bûye. Îro mînakê vê sekna têkoşînê tuneye. Berxwedaniya ku Rêber Apo li Îmraliyê dide û îradeya têkoşîna bi biryar a 22 salî ya bilindkirî, ev komploya qirêj û nemerd vala derxistiye. Bi pêşî lêgirtina hişmendiya zilamê serdest û pêkînerê wê ango hemû hêzên ku komplo pêkanî ya bigihîjin armanca xwe re, biryardariya xwe ya ku em ê hevaltiya kêm derbas bikin û di têkoşîna heqîqetê de bibin hevalê Rêber Apo tînin ziman. Wek jinên Rojhilatê Kurdistanê careke din soza xwe ya şkandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo re avakirina Kurdistana azad nû dikin.

Her wiha careke din şehîdên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ û bi dehan hevalên me yên şehîd ku di vê pêvajoyê de beden û ruhê xwe li dora Rêber Apo kirin xelekek ji agir bibîr tînîn. Xeta têkoşînê ya pêngava ‘Dem, dema azadiyê ye’ ku îro gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi rêvedibe, wê tecrîdê bi temamî perçe bike. Ev sekin wê azadiya Rêber Apo ya fizîkî pêk bîne. Em îro dubare bi hezaran şehîdên xwe yê ku pêşengiya jiyana azad û rûmet bipêşxistine bi rêzdarî bîrtînin. Bi berxwedana xwe ji bo xeta me ya serketinê bûne mîsogerî û navê serketinê!

Komploya navneteweyî ya ku salvegera 22’emîn li pey xwe hişt, bi gelê me, berxwedana gelan a leheng û xeta şehîdên me yê leheng hatiye pûçkirin. Di 23’emîn sala komployê de ligel sedemên îdeolojîk, felsefî û siyasî yên ku di bin de hene re îro li her çar parçeyên Kurdistanê tasfiye û qirkirinê dixwazin li hemberî tevgera me pêk bînin. Bi şerê qirkirinê, tecrîd, îzolasyonê û pergala êşkencê re tê xwestin ku di roja me de komployê nû bikin. Li hemberî vê, bi pêngava xeta berxwedanê ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ gelê me li her deverê komplo careke din vala tê derdixe. Hêzên komploger ên navneteweyî, di kesayeta Rêbertiya me de bi hedefkirina Kurdê azad, jina azad û nîrxên mirovahiyê yê sosyalîzmê re xwestiye bigihine encamê. Paradîgma Neteweya Demokratîk ya Rêber Apo bûye hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û paşeroja jinan a azad. Dîsa tenê ne li Rojhilata Navîn ji bo gelên cîhanê jî paradîgmaya Rêbertî bûye hêviyek mezin û bi veguherîna lêgerîna jiyaneke nû re gerdûnî bûye. Ev felsefeya jiyanê îro li her deverê mîna şoreşê veguhertinan çêdike. 

Îro li Rojava paradîgmaya azadiyê; ji bo bilindkirina têkoşîna jinan, gelên cîhanê hatiye rewşa modelekî. Di demekê de ku em 22’emîn salvegera komployê li şûn xwe dihêlin, xeta Rêber Apo ya Netewa Demokratîk li hemû cîhanê bûye xeta jin û gelan. Li derdora berxwedana Rêbertî, têkoşîna gelan, jinan ya ku bipêşdikeve, dibe rûxandin û xilasbûna Komploya Navnetewî. Di sala 2021’an de jî ferasetên komploger wê hê zêdetir winda bikin. Ya ku wê qezenç bike wê bibe berxwedana demokratîk a civakî û hêza rêxistinbûyî ya jin û gelan.

Rêber Apo; bi paradîgma û xeta li hemberî hêzên kapîtalîst ên tekedeste navnetewî, berjewendiyên van hêzên ku dixwazin îro cîhanê birêvebibin û pergala serweriyê ya ku dispêrin civaka xwezayî û jinê vala derxistiye. Rêber Apo wekî alternatîfa vê jî pergaleke civakî ya demokratîk a konfederal û zihniyetê civakî yê ehlaqî polîtîk li Rojhilata navîn weke proje dixwaze bipêş bixe. Bi vê komploya kirêt hedefkirin û her ku diçe daxwaza di pergala Îmralî de were kûrkirin ji ber vê sedemê ye. Komplo tenê ne li hemberî Rêber Apo hatiye bipêşxistin, li hemberî vîna demokratîk a hemû gelên Rojhilata navîn û îhtîmala şensê jiyana demokratîk ji nû ve bidestxistinê hatiye bipêşxistin. Komplo destpêkê li hemberî gelê Kurd û Tirk û hemû gel û jinan hatiye bipêşxistin. Îro li ser bingeha pêşengiya îtîfaqa AKP-MHP’ê planeke dijminatiya Kurd, qîrkirin û faşîzmê tê kirin. Di tevahî dîroka me ya têkoşînê de komplo û rêbazên komployê li hemberî Rêbertî û Tevgera me ya Azadiyê hatine kirin. Ji bo ku komplo encam bigire, weke tekane rêya hêzên serwer ku karibin hebûna xwe bidin domandin li hemberî Rêbertiya me, gelê me û tevgera me di 15’ê Sibatê de ji bo teqez encam bigire careke din êrîş kirine. DYE, YE, Îngîltere, Îsraîl, Rûsya, Yewnanistan, dewletên heremê û hêzên Kurd yê hevkar ku tehammûl nakin bihostek ax bimîne ku Rêber Apo piyê xwe biavêje bi komploya navnetewî ya ku di sala 1999’an de hatî destpêkirin rastiyeke ku tê zanîn îmhakirin hedef digirtin. Bi ketina 23’emîn salvegera komploya navnetewî re li hemberî hêzên komploger gelê me, gelan, jinan bi berxwedana xwe, bi sekna têkoşînê ya li her çar parçeyên Kurdistanê, ji xemel û siyaseta kirêt a van hêzên komploger, bi berxwedana xwe ya dîrokî hesap dipirsin. Wê faşîzm were têkbirin, gel û jin wê qezenç bikin. Di 23’emîn salvegera komployê de jî felsefeya Rêber Apo bi gerdûnî bûnê re di heyama xwe ya qezenç kirine de ye. Ev sekin û têkoşîna berxwedanê, bi kilîtbûna azadiya Rêber Apo re wê planên kirêt û hesabên wan vala derbixe. Gotinên Rêber Apo ya; “Komplo ewqasî kûr e û bi nepeniyan tijiye, ev berterafkirin bi rastî jî di asta mûcîzeyan de derketinekî mirovî dixwest” bi qasî sekinandina îmhabûnê, îşaret bi armanç û hedefên komployê, berxwedana dîrokî ya vala derxistina wê dike. Îro komplo li hemberî berxwedana Heftanîn, çar parçeyên Kurdistanê û zîndanan têk diçe, belav dibe.

Rêber Apo, li hemberî van hemû tarîtiyên faşîst ê ku hêzên komploger dixwestin biafirînin di pergala Îmraliyê de hemû rojên ji bo şervantiya heqîqetê ya mezin ku dihat xwestin di dîrokê de were veşartin feda kir. Ji ber vê pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê destpêkê bi sekna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû parçeyan winda kiriye. Helwest û berxwedana dîrokî ya Rêber Apo qezenç kiriye. Hêzên komploger mirovbûna xwe, wijnanên xwe winda kirine. Xeta faşîzmê ya qîrker, feraseta nejadperest a DAÎŞ’ê ku li serê hemû cîhanê bûye bela, wê di 23’emîn sala xwe de jî mezin winda bike. Bi ketina sala 23’an a komployê re; mirovahî, gelan, jinan û Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn qezenç kiriye. Di 23’yêmîn sala Komploya Navnetewî de xeta Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk û berxwedana civakî qezenç kiriye. Gel û jinan qezenç kiriye. Hêzên komploger yê hegemon winda kirine! Têkoşîna berxwedanê ya li hemberî Komploya Navnetewî, gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê, jinan, ciwanan helwesta mînak ya ku di sala 99’an de raber kirin, ji her demê zêdetir îro jî divê raber bikin. Wekî KJAR’ê em pengava, “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jin Dema Parastina Jiyana Azad e” bilind bikin. Bi minasebeta 15’ê Sibatê bê navber li her deverê em xwedî li Rêber Apo derkevin û dakevin qadan. Em wekî jinên Rojhilatê Kurdistanê daxwazên xwe yê berxwedan û azadiyê biqîrin."

Em Komploya 15’ê Sibatê jibîr nakin û nadin jibîrkirin! 

Xeta serketin û berxwedanê ya pêngava 'Dem Dema Azadiyê' ye, em bi azadiya Rêber Apo re mîsoger bikin!"