Kişanak parastina xwe nekir

Şaredara Amedê ya rehîn Gultan Kişanak ji doza ku dihate darizandin qebûl nekir ku parastina xwe bike.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku girtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û diyar kir ku dosya bi zextên siyasî hatiye vekirin û wiha got: “Ez hevî dikim ku hiqûq li hemberî zextên siyasî serî netewîne." 
 
10'emîn danişîna doza  Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sebahat Tuncel ku bi îdeaya “endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" girtî tên darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Gultan Kişanak ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê û parêzerên wan Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Prz. Mehmet Emin Aktar û PRZ. Mesut Beştaş, ji Amedê bi rêya SEGBîS'ê tev li danişînê bûn. Sabahat Tuncel jî ji ber sewqa tev li danişînê nebû. 
 
Polîsan beriya danişînê avahiya edliyê dorpêç kir. Heyeta dadgehê biryar da ku dosya têkildarî Komeleya Sarmaşikê ya ku li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat dîtin bi vê dosyayê re bike yek. 
 
Kişanak, bi rêya SEGBÎS'ê parastin kir û anî ziman dosya û dozê li wê hatine vekirin bi zext û tundiya siyasî li wê hatine veknirin. Kişanak xwest hikûq li dijî van zextên siyasî serî netewîne û got,''Ez ê parastina xwe nekim.''
 
Parêzerê Kişanak Mehmet Emin Aktar jî parastin kir û anî ziman ku Kişanak  4 sal in bi awayekî aşopî tê darizandin û wiha got: "Em rûyê hev nabînin û hev dadirizînin. Ev darizandinek keyfî ye. Ev yek binpêkirina hiqûqê ye."  
 
Serokê Baroya Amedê û Prz. Cihan Aydin jî anî ziman ku Kişanak ji ber Komeleya Sarmaşik tê darizandin û wiha got: "Di avakirina komeleyê de Baroya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin û Walitiya Amedê tev lê bû. Wekî saziyên din baro ji piştgirî da. Min ji pere da. Ez li vir li ser xwe didim. Komele bi kontrola masa komeleyan û Wezareta Karên Hundir de vebû. Komele bi BHQ'ê hat girtin. Eyb e şerm e. Mijara komeleya Sarmaşik hem pêkenok û hem jî trajîk e. 
 
Heyetê doz taloqî 21'ê Gulanê kir.