Keskîn Bayindir: Em ê îradeya çareseriyê nîşan bidin

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser mîtînga 13'ê Cotmehê ya li Amedê û destnîşan kir ku wê bi rengekî girseyî îradeya çareseriyê nîşan bidin.

Platforma Saziyên Demokratîk li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) ragihand ku wan qonaxeke nû di kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” zêde kirine. Li gorî daxuyaniya platformê ya bi serenavê “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin”, wê heta 13’ê cotmehê çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. Her wiha platformê got ku wê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin lidar bixin.

Piştî xwendina metna daxuyaniyê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn, diyar kir ku deklarasyon di salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hatiye eşkerekirin û wiha got: “Bi ser darbeyê re 44 sal derbas bûn lê hêj jî mekanîzmaya darbeyê xwe nû dike. Îktîdara AKP-MHP’ê serdema Kenan Evren tînin bîra mirov. Banga me ya ji bo sazî, partiyên siyasî û gel ev e; çareseriya krîza gelên me niha dijîn, çareserkirina pirsgirêka kurd e. Polîtîkayên şer ên 44 sal in di meriyetê de, hêj didomin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû 25 sal li Îmraliyê ye û muxatabê pirsgirêka kurd û hêza çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî her tim dixebite. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li şûna çareserkirina pirsgirêkê, li 4 parçeyên Kurdistanê mekanîzmaya darbê xistiye meriyetê.”

Bayindir, got ku bangawaziya wan ji bo her kesên aştî û azadiyê dixwazin e û wiha pê de çû: “Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îradeyek were raberkirin. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Çareserkirina pirsgirêka kurd, bi rakirina tecrîdê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Di 13’ê cotmehê de li gel sedhezaran nivîskar, rewşenbîr û gelê me, em ê îradeya çareseriyê raber bikin. Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bên ba hev.”

Li ser navê Dayikên Aştiyê jî Meryem Turan axivî û wiha got: “Di serî de dayik,  em hemû kesên li dijî tecrîdê vedixwînin mitînga xwe ya 13’ê cotmehê. Bila tecrîd were rakirin û deriyên girtîgehan bên vekirin.”

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku demekî dirêje kampanya tê domandin û di çarçoveya kampanyayê de hiqûqnas û rewşenbîr ji bo rakirina tecrîdê têkoşîneke mezin dimeşînin. Yeter, wiha domand: “Weke parastvanên mafên mirovan em daxwaza statûyê ya gelekî diparêzin. Tevî kesên dibêjin ‘em daxwaza jiyaneke adilane û azad dixwazin’ em ê têkoşîna xwe bidomînin. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bidin vê xebatê.”