Kesên li Amedê hatibûn destgîrkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

Li Amedê 85 kesên di desteserkirina şaredariyan de hatibûn destgîrkirin piştî 4 rojan û şûnde sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li gel biryara Wezareta Karê Hundir a jikar girtina hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê di serdegirtinê hemwext ên li 29 bajaran de 418 kes hatibûn destgîrkirin. Li Amedê edîtora beşa Kurdî ya Ajansa Mezopotamya Ziyan Karahan endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveber û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 81 kes hatibûn destgîrkirin.

Li gel van di operasyonên bi rojan in li dijî qeyûman dom dike de jî gelek kes hatin destgîrkirin.

85 kesên 4 roj in li Miduryeta Têkoşîna bi Terorê re ya Midûryeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin, li ser temambûna kar û barên wan di saetên şevê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.

51 kesên destgîrkirî bê ku îfadeya wan bên girtin demê destgîrkirina wan hatin dirêjkirin û şandin Midûryeta Têkoşîna bi Terorê re.

13 kesên îfadeya wan hatin girtin jî, sewqî dadgehê kirin û bi ‘kontrola şertê edlî’ hatin berdan.

21 kesên ku hê îfadeyên wan nehatine girtin jî, bendewariya wan a li Edliyeya Amedê didomin.