'Kerkûk kirine mîna sergo'

Şêniyên Kerkûkê nerazîbûnê nîşanî hikumetê didin ku bajêr paqij nake û dibêjin, "Mîna sergoyan li Kerkûkê kirine."

Ji ber ku sergoyekî zêde li taxên bajarê Kerkûkê kom bûye, bêhna wê şêniyên wê bêzar kiriye. Ew dîmen li tevahiya tax û cihên tûrîstî yên bajêr tê dîtin û şaredarî jî dibêje, “Hêza paqijkirina bajêr nema ye.”

“JI ALIYÊ XIZMETGUZARIYÊ BAJARÊ HERÎ XIRAB E”

Welatiyekê Kerkûkê Hîwa Enwer têkildarê xizmetguzariya li bajêr axivî û got: “Dikarin bêjin ku ji aliyê xizmetguzariyê de bajarê Kerkûkê bajarê herî xirab e, ew cihê ku em behsa wê dikin, biryar bû ku ji bo tûrîzmê were çêkirin, lê em dibînin ku ji niha ve ji ber kombûyîna sergoyê nikarin bi hêsanî ji ber wê derê re derbas bin. Ligel ku dîmenek ne xweş dide bajêr, bêhna wê jî bajêr girtiye û şênî bêzar kiriye.”

“SERGO BÛYE DIYARDEYEK Û DÎMENEKE NEXWEŞ DAYE BAJÊR”

Hîwa Enwer her wiha bal kişande ser bêxemiya li hemberî vê rewşê û wiha pêde çû: “Mixabin ti kes û aliyek xwe xwediyê Kerkûkê nabîne, ji niha ve kombûyîna sergoyê bûye diyarde û dîmeneke nexweş daye bajêr. Li tevahiya Iraqê tenê parêzgeha Kerkûkê heye ku karmendên xwe yên xizmetguzariyê tine. Ji aliyên pêywendîdar dixwazîn ku wegerin xwe, ji ber ku ew sergo bandorê li tendirûstiya welatiyan dike û di demsala Havînê dibe sedemê belavbûna nexweşiyan.”

BERPIRS LI HEMBERÎ WELATIYAN BÊ XEM IN

Welatiyeke din ê bi navê Bêkes Mihemed diyar dike ku sedemê xirabbûna rewşa xizmetguzariyê berpirsên bajêr in û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Şêniyên Kerkûkê ji berpirsên bajêr pir bêzar in, ji ber ku di pêşkêşkirina xizmetguzariyê ya ji welatiyan re bê xemin û ji niha ve sergoyê bajar daqurtandiye.”

“BERPIRS TENÊ JI BO DIZÎNA DEWLEMENDIYÊN BAJARÊ KERKÛKÊ TÊN”

Mihemed di dewama axaftina xwe de peyamek da berpirsên bajêr û anî ziman, “Daxwazê min ji berpirsên Kerkûkê heye ku niha li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê dijîn û tenê ji bo dizîna dewlemendiyên bajarê Kerkûkê tên, daxwaza min ev e ku di xema şêniyên bajêr de bin û bajêr paqij bikin, ji ber ku jiyana li vî bajarî zehmet bûye. Raste şênî jî di paqij ragirtina bajêr bê xem in, lê 90% sûcê hikumet di wê bê xemiyê de heye.”

ÎDAREYA BAJÊR PIR BÊ XEM E

Ciwaneke Kerkûkî yê bi navê Îbrahîm Ehmed jî têkildarê rewşa xirab ya ximetguzariyê nêrînê xwe anî ziman û diyar kir, “Niha li bjarê Kerkûkê xizmetguzarî di asta herî xirab de ye, weke hûn dibînin sergo li tevahiya bajêr belav bûye û bajêr peçatiye. Şaredarî jî ji bo paqijkirinê bi ti awayî serdana nava kolanên taxê nake, lewma di her kolanekê de dibînîn ku sergo kom bûye û bajêr bûye sergoyeke mezin. Îdareya bajêr li beramber giştî bajar û bi taybetî taxên Kurd lê dijîn pir xirab û bê xem e.”

Hêjayê gotinê ye ku ji 15’ê Nîsana îsal şaredariyê ragihandibû ku ewê paqijkirina bajêr rawestînin, ji ber wê ragirtinê xebatên paqijkirina bajêr ya bi rengekî nîvco, serokê şaredariya Kerkûkê lêborîna xwe ji welatiyên bajêr xwest û gotibû, “Sedemê pirsgirêkê ne ew in, belku ji ber neşandina bûdceya pêwîst ji aliyê hikumeta Iraqê nikarin xebatên paqijkirina bajêr bidomînin.” Li gorî bîlançoyan jî rojane ji hezar û 200 ton sergo tenê 200 tonê wê tê avêtin û hezar tonê wê jî di bajêr de dimîne.

Têkildarê tawanbarkirina şaredariya Kerkûkê ya bê xem nêzî paqijkirina bajêr dibe jî Rêveberê Şaredariya Kerkûkê Endazyar Fireydûn Adil axivî û ragihand: “Ji ber nebûna piştgiriya wezareta şaredariyê ji bo şaredariya Kerkûkê û ji ber nebûna bûtceya pêwîst ji bo paqijkirina bajêr ku nêzî 2 salin, em zehmetî dikişînin. Heya dawiya 2019’an wezareta şaredariyê ya Iraqê mehane milyarek û 200 milyon dînar ji bo paqijkirina bajêr dida, lê niha ew nêzî 2 salin ku ew par daketiye 200 milyon dînar.”

KÊMKIRINA BÛTCEYÊ BÛYE SEDEMÊ KOMBÛNA SERGOYÊ

Adil her wiha îşaret bi sedemê kombûna sergoyê kir û diyar kir; “Ew para kêm ya bûtceyê têra paqijkirina tenê beşek ji 6 beşên Kerkûkê dike, ew jî bûye sedemê kombûna sergoyê di nav kolan û cadeyên bajêr.”

“HEWLDANÊN ME BÊ ENCAM BÛYE”

Fireydûn Adil di dewama axaftina xwe de li ser navê hemû pêkhateyên şaredariyê lêborîna xwe ji gel xwest û got, “Ez li ser navê xwe û rêveberiya şaredariyê lêbirîna xwe ji xelkê Kerkûkê dixwazin, em ne sedemê wê yekê ne, belku sedemê wê hikumeta federal e ku bi vî rengî nêzî me dibe. Çendîn car jî hewldanên me yên li Bexdayê bê encam bûye, hemû şaredarî bûtçeya ji bo paqijkirinê ji parêzgariyên xwe distînin, tenê ji bo me wisa ye ku divê tenê bi wezareta şaredariyê ve girêdayî bin, ew jî pareke pir kêm e û têra paqijkirina bajêr nake.”

Adil di dawiyê de wiha hêvî û daxwazên xwe anî ziman, “Hêvîdarin ku bi diyarkirina bûdceya nû re para bûdceya pêwîst ji bo paqijkirina bajarê Kerkûkê bê dabînkirin.”

Li gorî standartên cîhanî ji bo komkirina her tonek sergo 30 dolar tê diyarkirin, lê li gorî gotina darayiya şaredariya Kerkûkê tenê 7 dolar ji bo şardeariya Kerkûkê hatiye diyarkirin.

Hêjayê gotinê ye ku mehane bi pereyên elektrîkê ya jeneratorên taxê ku ji bo paqijkirina sergoyê ji şêniyan tê girtin ku ew jî ji bo her amperekê 1000 dînar tê standin, ango eger malek 6 amper standibe mehane 6000 dînar ji bo paqijkirina sergoyê ji wê tê girtin.

Li gorî lêkolînên hatin kirin, li tevahiya Kerkûkê nêzî 800 jeneratorên taxan hene û her yek ji wan mehane di navbera 500 hezar dînar û milyonekê dide şaredariyê. Eger hemû pereyên ku ji jeneratorên taxan tê standin hesab bikîn, mehane 500 milyon dînar ji aliyê şaredariyê ji welatiyan tê standin û çarenûsa vê pereyî ne diyar e. Şaredariya bajêr jî gazincan ji îdareya bajêr dike ku pere nade wan. Li gorî gotinên çalakvanên bajêr ne diyarbûna ew pereyên ku mehane ji jeneratoran digire nîşan dide ku gendeliyeke mezin di pereyê ji bo komkirina sergoyê heye û pere nakeve xizmeta bajêr.