BI DÎMEN

Kerîmî: Divê hemû Kurd bibêjin ‘NA’, ji zindanan re bibin deng

Siyasetmedar Alî Kerîmî bang li Kurdan kir ku dengê ‘NA’ bidin û li dijî desteka PDK’ê ya ji bo AKP’ê helwest nîşan da û got, ‘’ev hetîketiya mezin e’’ Kerîmî got, divê Kurd li her deverê bibin dengê girtiyên di girêva birçîbûnê de ne.

Siyasetmedar û rewşenbîr Alî Kerîmî têkildarî referandûma Yekşemê nirxandin kirin..

‘’DÎKTATORÎ DIKARE ZIYANÊ BIDE HERÊMÊ JÎ’

Kerîmî got Tirkiye ji dema Abdulhemît ta niha ji gelek pêvajoyên destûrê derbas bûye, ji Mustafa Kemal heta 1983’yan, pêvajoya darbeya faşîst gelek destûr guherandin, ev pêvajoy heta 2010’an dom kiriye, guherîna 2010’an jî gava pêşî ya destûrkirina dîktatoriya Erdogan e.

Kerîmî bîr û boçûnên xwe ji ANF’ê re gotin..

Bîr û boçûnên Kerîmî wiha ne:

‘’Pêşbîniya sîstemeke weke ya Fransa an jî DYE’yê nakin. Li DYE’yê ji bo ku serok nebe dîktator gelek sazî û dezgeh hene. Lê li dewleteke weke Tirkiyê ya ku fikaran bi mirov re çêdike ew e ku bi nasnameya Rojhilata Navîn dibêjin em ê sîstemeke weke ya DYE’yê bînin, ji ber ku weke ku min gotî sîstemeke li ser serweriya şexsekî tê avakirin. Berevajî vê, heke di referandûmê de ‘erê’ derkeve, Tirkiye ya ku qels jî ber berê xwe dabû Ewropa û demokrasiyê wê dîsa berê xwe bide tariyê û demokrasî wê derbeke  mezin bixwe. Jixwe dema ku mirov li xalên destûra ya ku wê were dengdan dinere wê rayeyê dide Erdogan ku bi her rengî dest li leşkerî, burokrasî, parlamantoyê bide. Ev jî hem ji bo hemû kesên Tirkiyê, hem ji bo siberoja Tirkiyê û welatên Rojhilata Navîn jî talokeyeke mezin e. Ji ber ku ev sîstem tenê pêşbîniya dîktatoriya faşîst dike û agirê wê, wê li hemû Rojhilata Navîn belav bibe.’’

 ‘HEKE ERÊ DERKEVE WÊ ŞANSÊ ÇARESERIYÊ NEMÎNE’

Kerîmî diyar kir sîstema ku Erdogan pêşbiniya wê dike bi qasî Kurdan ji bo Tirkan jî taloke ye û got, ‘’Erê derkeve ev tê maneya şerekî kor  û gelê Tirk wê ne tenê siberoja xwe lê her wiha siberoja zarokên xwe û neviyên xwe jî bavêjin nav êgir.’’

Kerîmî li ser geşedanên rewşa pêkan wiha got:

‘’Bi heman rengî îmkana çareseriya demokratîk a pirsa Kurd ku di van salên dawî de derketî holê jî wê ji holê rabe. Wê sedemeke nediyar peyda bibe û gelê Tirk jî divê bizanibe ji her demê zêdetir wê cenazeyên zarokên wan li wan vegerin. Ez hêvî dikim ku ji biryareke wiha re ‘erê’ nebêjin. Heke di vê referandûmê de ‘na’ derkeve di vê rewşê de dibe ku dîsa çareseriya pirsa Kurd bikeve rojevê.’’

 ‘BI ÇALAKIYAN DIVÊ DESTEK JI BO ZINDANAN WERE NÎŞANDAN’

Kerîmî bal kişande ser berxwedanên zindanan û bang kir ku gelê Kurd li cihê lê ye divê berxwedanên zindanan xwedî derbikeve.

Kerîmî diyar kir ne tenê berpirsyariya Kurdên Bakur e ku ji berxwedana zindanan re bibin deng lê berpirsyariya hemû Kurdan e, divê hemû Kurd li her deverê ji zindanan re bibin deng, bi çalakiyên xwe destekê bidin berxwedana girtiyên di girêva birçîbûnê de ne.

Kerîmî wiha got:

 ‘’Rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê yan jî tevgerên azadiyê her demê di nav têkoşîneke mezin de bûye. Ji bo azadî û demokrasiya Kurdistanê û Tirkiyê berdêlên mezin dane. Em bi bîr bînin, PKK kadroyên xwe yên pêşeng ji bo aştiyê şandin Tirkiyê. Ji bo çareseriya demokratîk a kêşeyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ev kir. Em nikarin vê ji nedîtî ve werin. Ji bo vê jî, girêvê birçîbûnê yên niha li zindanan jî bi heman rengîn mezin in û watedar in. Divê em li vê xwedî derbikevin. Her wiha li gel hemû zext û zordariyan jî têkoşîna ku HDP’yî didin jî gelek zorê li desthilatdariya Tirkiyê dike. Divê gel li her deverê xwedî derkeve. Her kes divê baş zanibe çavê hemû girtiyên di girêva birçîbûnê de ne, li têkoşîna birayê wan e. Ev ev ne tenê ji bo Bakur lê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê wiha ye. Ji bo vê jî her kes li cihê xwe divê tiştekî bike. Ji ber ku armanca wan pîroz e. Ew ji bo azadiyê ketine girêva birçîbûnê.’’

 ‘DESTEKA PDK A LI ERDOGAN HETÎKETÎ YE’

Kerîmî li dijî desteka hin aliyên girêdayî PDK’ê yên Bakur ku destekê didin dîktatoriya Erdogan helwest nîşan da û got, ‘’Ev hetîketî ye’’

Siyasetmedar Alî Kerîmî got li dijî van kirinên PDK’ê û malbata Barzaniyan divê li Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes deng bidin berxwedana zindanan û wiha got:

‘’Partiyên ku rêveberî di destê wan de ne divê ji van berxwedanan re bibin deng. Niha PDK û malbata Barzaniyan hişkere destekê didine Erdogan. Bi şev û roj ji dîktatoriya Erdogan re dixebitin. Ev nayê qebûlkirin, hetîketî ye. PDK û malbata Barzaniyan çawa dikarin vê bikin? A rast zemîna sîstema ku dixwazin siberojê li der deynin hazir dikin. Dev ji desteka Erdogan biqerin, divê êşa herî sivik a Kurdên bakurê Kurdistanê hîs bikirana. Rewşenbîr, siyasetmedar, ji bo yekîtiya netewî, hîsa netewî pêş bikeve divê têbikoşin. Bi heman rengî divê mirov li Rojava jî xwedî derbikeve. Niha  li şûna ku van bikin PDK diçe li ser Rojava ambargo datîne, xendek vedike. Ji bo dîktatoriya Erdogan bi pêş bikeve têdikoşin. Divê her kes vê bibîne û li dij vê raweste.’’