Kemalbay: Em ê hesabê Dayika Taybet bipirsin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay tevlî çalakiya bîranîna Dayika Taybet bû.

Dayika Taybet (Taybet Înan) ku li Silopiyayê di dema "qedexeya derketina derve" de hate kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hate hiştin, li cihê lê hate kuştin hate bîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay tevlî merasîma bîranînê bû.

Kemalbay li vir axivî û got, "Em niha li cihê ku Dayika Taybet hate kuştin e. Beriya niha bi du salan roja 19'ê Kanûna 2015'an, Dayika Taybet a xwedî 7 zarokan, 7 roj û 7 şevan cenazeyê wê li vir ma. Li ber bîranîna wê em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Em wê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ev yek krîzeke mezin a mirovahiyê ye. 19'ê Kanûna 2015'an krîzeke mezin a mirovahiyê rû da. Ev krîza mirovahiyê ne tenê li Kurdistanê bû, ne tenê li Tirkiyeyê bû. Bi rengekî ku mînaka wê li ti devera cîhanê nehatiye dîtin, destûr nehat dayin ku cenazeyê mirovekê bê veşartin."

Kemalbay anî ziman ku divê Tirkiye çav û guhên xwe li vê yekê veke û her kes Dayika Taybet bi bîr bîne. Kemalbay got, "Careke din ji vir dixwazim bêjim ku em ê hesabê vê teqez bipirsin."