Kemalbay li Sûrê ye: Êrîşî mîrateya cîhanê dikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay çû serdana gelê Sûrê û diyar kir ku li ser mîrateya gelên cîhanê êrîş heye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay tevî Parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Sîbel Yîgîtalp, Mîthat Sancar û rêveberên HDP’ê çûn serdana Sûrê. Heyet li Qada Şêx Seîd hatin cem hev û ji wir çûn serdana esnafên Çarşiya Şewitî. Heyet piştî vir jî derbasî Taxa Alîpaşa û Lalebeyê bû.

Li Taxa Lalebeyê li ser navê heyetê Serpîl Kemalbay daxuyanî da û diyar kir ku bi hilweşandina Sûrê tê xwestin ku dîrok, nasname û çandek jî were tunekirin.

‘ÊRÎŞÎ MÎRATEYA CÎHANÊ DIKIN’

Kemalbay di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Bi koçberiya darê zorê û polîtîkaya şer çand û dîrokek tê tunekirin. Berdêla vî tiştî gelekî giran e, lê di du salên dawîn de ev şer kûrtir bû. Li Sûrê polîtîkaya talan û rantê heye. Gelê Sûrê tê mexdûrkirin. Êrîşa li ser vê derê tê wateya êrîşa li ser mîrateya gelên cîhanê. Dixwazin dîroka mirovayetiyê tune bikin lê çawa ku kesên 12’ê Îlonê derbe çêkirin, çûn ser sergo ew ê ev kesên polîtîkaya hilweşandinê çêdikin jî wê biçin ser sergo. Ew ê bi ser nekevin. Têkoşîna me wê bidome.”

PIRSA ÛNESCOYÊ

Mîthat Sancar pirsa hemwelatiyekî ya li ser ÛNESCO’yê bersivand û got, “Ji ber hilweşandina Sûrê gelek caran serî li ÛNESCO’yê hate kirin, lê ev serîlêdan bêencam ma. Ev sazî li gorî polîtîkaya desthilatdarên siyasî tevdigerin. Ya girîng têkoşîna me ya li vê derê ye.”

Heyet piştî serdanên malan, ji taxê veqetiya.