Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn

Kemal Kûrkût ku berî 2 salan di dema pîrozbahiya Newrozê de ya li Amedê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût, 21'ê Adara 2017'an dema ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê hewl dida derbasî nava qada pîrozbahiyê bibe ji aliyê polîsê Tirk ve hatibû kuştin.

Kûrkût li ser gora xwe ya li Goristana Toptaş a li navçeya Batalgazî ya Meletiyê hate bîranîn.

Malbata Kûrkût, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan û gelek welatî tevlî merasîma bîranînê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedîk li merasîmê axivî û got, "Kujer bi dilrehetî digerin. Dozeke vala vekirine û bi rengekî bêedalet ew berdane. Em vê yekê şermezar dikin û naxwazin êdî ciwanên me bên kuştin. Li dijî şer em daxwaza aştiyê dikin."