Kemal Kûrkût ku ji bo Newrozê hat Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Derket holê, ciwanê duh li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hat kuştin Kemal Kûrkût e û ji bo Newrozê pîroz bike, ji Meletiyê hat Amedê.

Di Newroza Amedê de serê sibê ciwanekê ku nîv tazî xwest têkeve qada Newrozê, lê polîsên Tirk ew sekinand. Piştî nîqaşa navbera ciwan û polîsan, polîsên Tirk ji pişt ve gule berda wî û ew bi giranî birîndar kirin. Ciwan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Waliyê Tirk ê li Amedê daxuyanî da îdîa kir, ku 'bi şika bombeya zindî polîsan mudaxle kiriye û jiyana xwe ji dest daye'. 

Derket holê ku ciwanê hat kuştin xwendekarê Zanîngeha Înonu ye û navê wî Kemal Kûrkût e. Kûrkût ji bo Newrozê pîroz bike ji Meletiyê hat Amedê. Hat zanîn ku Kûrkût ji Semsûrê ye û li Meletiyê dima. 

MALBATÊ ÎDÎAYA WALÎ DEREWAND

Ajansa Dîhaberê xwe gihand malbata Kûrkût. Malbatê diyar kir ku Kûrkût xwendekarê Beşa Hunerên Xweşik ê Zanîngeha Înonu ye. Malbatê îdîaya walî jî derewand û diyar kir ku kurê wan ne bombeya zindî ye. Malbatê piştî cenaze ji saziya Tipa Edlî wergir wê li navçeya Batalgazî ya Meletiyê veşêre.

ÇAWA HAT KUŞTIN?

Di vê navberê de, wêneyên ku kuştina Kemal Kûrkût bi dest ketin. Ji van wêneyan tê fêhmkirin, ku Kemal Kûrkût li benda kontrolê ya polîsan a li ser kolana Evrîm Alataş a Parka Newrozê, bi rengekî nîv tazî tê sekinandin û polîs bi wî re nîqaş dikin. Piştre ji benda kontrolê derbas dibe û ber bi qadê ve dimeşe. Di vê kêliyê de polîs gule berdide Kemal Kûrkût.

Kûrkût destê xwe datîne ser birîna xwe û bi qasî 10-15 metreyan dibeze. Li pişt wesayîta TOMA li qiraxa rê dikeve erdê. Piştî 10 deqeyan ambûlans tê û wî rakirin nexweşxaneyê. Lê belê Kûrkût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Piştî bûyerê, polîsên Tirk makîneyên wêneyan ên rojnamevanên li cihê bûyerê kontrol dikin û qertên di makîneyan de ji nû ve format dikin.