Kêm ma Tebqa rizgar bibe

Pêngava paqijkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, kêm ma ye bi ser bikeve.

Piraniya bajarokê Tebqayê ji aliyê şervanên azadiyê ve hatiye kontrolkirin.

Pêngava rizgarkirina Tebqayê, ku di şeva 21'ê Adarê de dest pê kir, hindik ma ye biqede. Piraniya vî bajarokî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Şervanên azadiyê şev û roj, kolan bi kolan, mal bi mal li navenda bajarok bi pêş ve diçin.

Çeteyên ku li aliyê rojhilat ê bajarok û û li nêzî bendavê asê man e, dizanin ku êdî li ber qedandinê ne. Çeteyên DAIŞ'ê, li vê herêmê bi sekvaniyê û wesayîtên bombebarkirî hewl didin pêşî li şervanên azadiyê bigirin. Lê bi gavekê jî nikarin li ber şervanan bisekinin. Şervan li her cihî, ji bo ewlekariya gel bi hesasiyeteke mezin tevdigerin. Mirovên sivîl, ji aliyê şervanan ve derbasî herêmên ewle tên kirin.

Yek ji şervanên pêngava rizgarkirina Tebqayê, Kendal Qamişlo ye. Kendal, ku ji gelê Ereb e, destnîşan dike ku ew gelekî nêzî serketinê ne. Kendal Qamişlo dibêje, "Çeteyên DAIŞ'ê li aliyêr rojhilat ê bajarok asê man e. Me beşeke mezin a bajarok ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û gel derbasî herêmên ewle kirin. Em ê her bi pêş ve biçin û bi paqijkirina temamiya bajarok re berê xwe bidin aliyê bendavê ve. Çeteyên DAIŞ'ê kêm man, ên man e jî hêza wan a berxwedanê nema ye."