'Kêliyên ku nayên jibîrkirin'

"Li çiyê, jin bi rastiyên xwe re rû bi rû tê, hêza xwe dibînin ku çawa li hemberî dijmin li ber xwe dide. Ji ber hêza jinê, ancax ew bi xwe vê bibîne û hîs bike."

Di her kêliyekê de efsaneyên ku di Avaşînê de dibin jiyan hene. Bi xweşikbûna bihuşta Avaşînê re, jiyan û berxwedan di dilê gerîlayan de nû dibe. Bi girêdaneke mezin ve Avaşîn di dil û mêjiyê xwe de bi cih kirine. Gerîlayên ku li ser lûtkeyên Avaşînê, bi girêdan û hevaltiyeke mezin ve tê jiyîn. Bi ava Avaşînê re, wekî ku bi wê re di pêşbirkekê de ye meşa xwe yên ber bi azadiyê de didomînin.

ŞOPÊN VÎNA GERÎLAYAN

Di vê derbarê de gerîlayan qala têkiliya xwe ya bi Avaşînê re kirin. Gerîla Rûken di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser girêdana xwe a hevaltî û keda ku mirov ji bo rêhevalên xwe dide wiha anî ziman, “Tişta bingehîn mirov bizanibe ku çawa ji bo hevaltî ked bide û hezkirinên xwe bide rêhevaltiyê. Ji ber nirxên wê yên ku mirovan mezin û xweşik dike heye.” Her wiha di berdewamiya nirxandina xwe de, bal kişand ser xweşikbûna Avaşîn û got, “Bi çûyîna min a wê qadê, bi min re hestên cuda da avakirin. Bi taybet bi rûniştandina min li ser wan lûtkeyan, pir caran hestên azadî û xweşikbûnê li min peyda bû. Di heman demê de bi herikîna ava Avaşînê û ava Basya ya bi hevdu re, mîna hevaltiya me ku em dimeşînin di nava xwe de digre. Du avên cuda xwe dispêrin riyekê, hevaltiya PKK’ê jî xwe dispêre riya azadiyê. Ji ber vê yekê em hêzên YJA Star û bi taybet wek hevalên jin di nava van çiyayan de têdikoşin. Ji ber çiya hêza me yê mezin e ku em xwe lê bigirin û azad bijîn. Ev rastiyek e ku hêza jinê jî bi wan re derketiye. Di çiyayan de jin bi rastiyên xwe re rû bi rû tê, hêza xwe dibîne ku çawa li hemberî dijmin li ber xwe dide. Ji ber hêza jinê, ancax ew bi xwe vê bibîne û hîs bike.”

'AVAŞÎNÊ PKK BI MIN DA NASKIRIN'

Gerîlayê HPG’ê Ozgur Bedirxan jî bi van nirxandinan ve, qala hestên xwe kir û got, “Tevlîbûna min ji Avaşînê bû, nêzî 5 salên min li wir çêbûn. Helbet di nava van salan de kêliyên ku nayên jibîrkirin û di mejiyê min de her xwe zindî dike heye. Ji ber tişta ku mirovan bi Avaşînê re bê girêdan, keda mirov a li wir e. Naskirina min a PKK’ê re jî li ser vê esasî çêbû. Ji bo vê her dem ji bo min ev tevger talîmatek e, pêwîstî bi pêkanînê heye. Bi peyva Avaşînê re jî mirov van tiştan dijî û dide jiyîn.” Her wekî din gerîla Bedirxan di berdewamiya nirxandinê xwe de, li ser bandorên xwe ku bi hevalên xwe re pêşketî anî ziman û wisa domand, “Di nava şert û mercên herî zehmet de, bi moralbûn û tevlêbûneke xurt li ber xwe didan. Ruxmî bê derfetiyên heyî di nava wan zehmetiyan de, jiyan diafirandin. Kesayetên xwedî kedên mezin in. Ji bo vê cihekî ku mirov li wir ked bide mîna ku mirov ji nû ve ji dayîk dibe. Ev hest li ba min jî peyda bû. Avaşîn partî bi min da naskirin.”

Di dawiya nirxandinên xwe de gerîla Bedirxan wiha got, “Ewqas rêhevalên me yên qehreman li wir şehîd bûn, xwedîlêderketina keda wan ji min re wekî erkekê ye. Ji ber naskirina min partî û girêdanên min bi Rêbertî û hevaltiya wê re, li Avaşînê çêbû.”