Kedkar bi dirûşma 'azadî' çalakiyan didomînin

Mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê ku li mafên xwe digerin, li Kelar, Ranya û Silêmanî ji bo çalakiyên şermezariyê li qadan bûn.

Xwepêşandanên mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê yên ji bo heqdesta xwe li Kelar, Ranya û Silêmanî berdewam dikin. Xwepêşandan li Silêmanî ji aliyê polîsan ve tê astengkirin.

Xwepêşandanên mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê yên li dijî sîstema ne dadwer ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e. Îro jî mamoste û karmendên Kelar, Ranya û Silêmanî bi heman armancê daketin qadan.

Mamoste û karmendên Silemenaî îro li ber Perwerdeya Rojava kom bûn û xwestin xwepêşandanan li dar bixin. Mamoste û Karmendên Kelarê jî li ber xwendingeha Leyla Qasim dest bi xwepêşandanê kirin.

Ancax xwepêşandana Silêmanî li rastî astengiya hêzên ewlekariyê hat û hêzêke zêde rewaneyê qada çalakiyê hatiye kirin. Xwepêşander jî li hember ev astengî û dorpêşa hêzên hewlekarî dirûşma “Azadî, Azadî” diqêrin.

Dezgehên ragihandinê ku dixwazin çalakiyan bişopînin jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên astengkirin.

Mamoste û karmend daxwaza meaşê xwe dikin û dibêjin divê sîstema paşxistina meaşan were hilweşandin. Tevî ku Hikûmetê gotiye ew ê nîv bi nîv meaşê wan bidin jî heya niha ti gaveke pratîkî nehatiye avêtin û baweriya çalakvanan jî bi sozên Hikûmetê nemaye.