Keça Mîr Celadet Bedirxan Sînemxan: Em xwe ji Erdogan rizgar bikin

Keça siyasetmedar û zimanzanê Kurd Mîr Celadet Bedirxan Sînemxan got: “Êdî divê em kuştina hevdu ji bîr bikîn. Pêwîste em li ser wê bihizirin ka weke Kurd em ê çawa xwe ji Erdogan rizgar bikin.”

Şadneyêk ji Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê serdana keça siyasetmedar û zimanzanê Kurd Mîr Celadet Bedirxan Sînem Bedirxan a li Hewlêrê jiyan dike, kir. Mîr Celadet sala 1951’an de li bajarê Şamê yê Sûriyê jiyana xwe ji dest daye.

EZ YEKÎTIYA KURDAN DIXWAZIM

Li gorî nûçeya ku Rojnewsê weşandî Sînem Bedirxan bi serdana şandeya HDP’ê gelekî kêfxweş bûye û gotiye: “Dema min we dît ez pir kêyfxweş bûm. Ez hatim wê emrê, lê hê jî hêviya min peydakirina Kurdistaneke azad e. Nebêjin Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur, bêjin Kurdistanê. peyam û daxwaza wê ya herî zêde yekîtiya Kurd û têkoşîna ji bo avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad bûye. Pasaporteke min ku li ser wê Kurdistan nivîsîbe dixwazim. Hêvîdarim ku beriya ez xatirê xwe ji we bixwazim, vêya bibînim. Ev xeyaleke, dixwazim ev xeyala min pêk bê.”

Sînem Bedirxan, ne rihetiya xwe ya ji aloziyên di navbera Kurdan de anî ziman û wiha domand: “ Êdî bes bêjin filan hizb û bêhvan hizb wiha ye. Dayîka min Rehşanxan digot, ‘Yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistaneke azad bidim te.’ Hêvî dikim emê vê Kurdistanê bibînin. Em hemû Kurdin û divê em ferqê nexin navbera ti aliyekî de.”

Sînem Berdixan di beşeke din a axaftina xwede jî nerazîbûna xwe ya li hemberî zilma ku Erdogan li gelê Bakurê Kurdistanê dike kir û got: “Divê em hemû bi hevre li dijî zilma ku li ser Bakurê Kurdistanê tê rêvebirin, rabin. Pêwîste ji bo nîqaşkirina rewşê em ne bi şer û pevçûn, bi şêwazeke medenî û diyalogê li hev bicivin. Divê êdî em kuştina hevdu ji bîr bikîn. Pêwîste em li ser wê bifikirin ka weke Kurd emê çawa xwe ji Erdogan rizgar bikin.”