Keça girtiyê nexweş Ozkan: Dawî li bêhiqûqiyê bînin!

Girtiyê nexweş Ozkan ê ku bi neheqî hat girtin û ev nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye. Keça Ozkan Selma Ozkan xwest dawî li vê bêhiqûqiyê were.

Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku di sala 1993'an de li navçeya Licê ya Amedê bi kuştina Tûggeneral Bahtiyar Aydin re hat girêdan, di sala 1996’an de hate girtin. Tevî ku hat îspatkirin ku ti eleqeya wî bi bûyera Licê re nîne jî, girtina wî bi awayekî derhiqûqî dewam dike.

Ozkanê ku di girtîgehê de nexweşiya wî giran bû, gelek caran krîza dil derbas kir. 28'emîn rûniştina doza ku ji nû ve dihat darizandin di 10'ê Mijdarê de li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin.

Ozkan ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ku li wir girtî bû bi rêya Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.

Ozkan ê ku dadgehê xwest li dijî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) îfadê bide, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û zehmetiyên bihîstinê got, "Ez fêm nakim, deng nayê, nabihîzim."

Dadgehê bi hinceta ku li benda encamnameya Doza Licê ya ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dewam dike, , biryar da ku cezayê girtîgehê yê Ozkan berdewam bike.

Keça Ozkan Selma Ozkan bertek nîşanî vê biryarê da û got, “Êdî tiştekî ku em bibêjin tune ye. Me her tişt diyar kiriye. Dixwazin cenazeyê bavê min ji girtîgehê derkeve."

Selma Ozkan got, “Bavê min ji ber bûyera Licê girtî ye. Her kes dizane ku tu eleqeya bavê min bi bûyera Licê re tunebû. Her çend ev yek hatibe îspatkirin jî nayê berdan. Ji bo ku ev bêhiqûqî berdewam neke ez dixwazim bavê min bê berdan. Ez naxwazim bavê min di girtîgehê de bimire.”