KCK: Têkoşîna me nehişt komplo bi ser bikeve

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî pêşî li serketina komplogeran girt û got, "Bi xurtkirina têkoşînê re em dikarin li ber komployê rabin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek weşand û di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de bang li gelê Kurdistanê, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk şoreşger hemûyan kir ku nerazîbûna li dijî komployê hîn bi xurtî nîşan bidin.

Hevserokatiyê bang li hêzên tevlî komploya navneteweyî bûne kir ku dest ji vê helwesta xwe berdin û piştgiriyê nedin polîtîkaya qirkirina Kurdan a desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Komploya navneteweyî ya ku li hemberî Rêber Apo hate kirin 24 sal temam kir û kete sala 25'an. Komplo di şexsê Rêber Apo de ji bo qirkirina Kurdan hate kirin. Em hemû hêzên ku tevlî vê komploya navneteweyî bûn şermezar dikin. Di şexsê hevrê Halît Oral û Aynûr Artan de ku bi dirûşma HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN li dijî komploya navneteweyî bedena xwe dan ber agir û li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir, hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.

Hevrêyên ku bi dirûşma HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN şehîd bûn, pêşengî ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî re kirin, pêşengî ji fêhmkirin û pûçkirina komployê re kirin û têkoşîna azadiyê gihandin asteke nû. Piştî pêkhatina komploya navneteweyî têkoşîna dijber jî li ser vê bingehê hate meşandin û gihîşt vê astê.

LI PIŞT PERDEYA KOMPLOYÊ PLANÊN MEZIN HEBÛN

Rêber Apo 15'ê Sibata 1999'an ji Sefaretxaneya Bilind a Yewnanistanê ya li Kenyayê bi komployekê hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Revandina Rêber Apo û radestkirina wî ya ji Tirkiyeyê re di sedsala 20'î de komploya herî mezin e ku li qada navneteweyî hate kirin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê serkêşî ji komploya navneteweyî re kirin, dewletên Ewropayê piştgirî dan û ji aliyê NATO'yê ve jî hate koordînekirin. Gelek dewlet û hêz yekser an jî neyekser tevlî vê komployê bûn. Lewma komploya 15'ê Sibata 1999'an ne tenê komployeke sedsala 20'an bû, di heman demê de yek ji komployên navneteweyî yên herî mezin ên dîrokê bû. Li pişt perdeya komployeke ewçend berfireh bêguman planên gelekî mezin hebûn.

Li hemberî rêberê gelekî mezlûm ê mîna gelê Kurd çima komployeke bi vî rengî hate kirin û çima Rêber Apo ji aliyê hêzên rêveberên cîhanê ve radestî dewleta Tirk a mêtinger û dijminê Kurdan hate kirin? Bersiva li vê pirsê di heman demê de gelek pîlanên qirêj eşkere dikin ku li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn hatine danîn. Komploya Navneteweyî û planên li pişt komployê bi pirsîna vê pirsê û bersiva li vê pirsê dikarin bêne fêhmkirin.

ROLA DEWLETA TIRK A DI NAVA KOMPLOYÊ DE GARDIYANTÎ YE

Birêxistinkirina komployeke navneteweyî li hemberî Rêber Apo pêwendiya xwe bi polîtîkayên sîstema modernîteya kapîtalîst a bi Rojhilata Navîn re heye. Komploya navneteweyî di pêvajoyeke welê de pêk hat ku DYE'yê plan dikir dest li Rojhilata Navîn werde. Piştre jî ev destwerdana hatibû plankirin pêk hat, ku ev yek jî vê rastiyê radixe pêş çavan. DYE'yê Rêber Apo û PKK li pêşiya polîtîkayên xwe weke astengiyê didît, lewma beriya ku dest li Rojhilata Navîn werde, xwest ku destpêkê Rêber Apo û PKK'ê bêbandor bike. Lewma komploya navneteweyî weke parçeyek ji polîtîkayên DYE'yê yên li ser Rojhilata Navîn hate kirin. Rola dewleta Tirk a di nava komployê de jî tenê gardiyantî bû. Rêber Apo bi xwe jî diyar kir ku komplo ji aliyê DYE û NATO'yê ve hate plankirin û pêkanîn. Rêber Apo ji ber ku li ber polîtîkayên hêzên modernîteya kapîtalîst ên li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn radibû û di sekna azadiyê de israr dikir, DYE'yê biryareke bi vî rengî da û komplo pêk anî. Di serî de hêzên NATO'yê gelek hêz bi hewldan û dîrektîfên DYE'yê tevlî vê komployê bûn.

Rola dewleta Tirk jî mîna ku Rêber Apo jî qalê kir, ji bilî gardiyantiyê ne tiştekî din bû. Dewleta Tirk ji ber ku xwedî karakterekî dijminê Kurdan e, bi mejiyê tolhildanê nêzî bûyerê bû. Rêber Apo bi afirandina PKK'ê, bi destpêkirina têkoşîna azadiyê ya Kurd, hebûna gelê Kurd ji nû ve pêk anî û bi vî rengî planên qirkirina Kurdan pûç kir. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ji ber vê yekê bi hêrs bû, bi îmhakirina Rêber Apo û tunekirina PKK'ê xwest gelê Kurd ji nû ve bixe nava pêvajoya îmha û înkarê û bi vî rengî tolê ji Rêber Apo û PKK'ê hilîne. Rêber Apo bi hişmendî û berpirsyariyeke bilind tevgeriya, pêşî li şerê Kurd-Tirk girt ku hatibû plankirin û kir ku asta navneteweyî ya komployê bê fêhmkirin, bi vî rengî pêşî li pêkhatina armanca komployê girt. Ji ber ku bi komployê hate xwestin ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve bê îmhakirin û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bê tasfiyekirin. Ev jî dihate wateya destpêkirina şerekî navbera Kurd û Tirkan ku bi dehan salan dewam bikira. Ji xwe heman piştî pêkhatina komploya navneteweyî Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît gotibû ku wî fêhm nekiriye bê çima komplo hatiye kirin. Ev mikurhatin bi şênberî radixe pêş çavan ku komplo ji aliyê hêzên navneteweyî ve di çarçoveya polîtîkayên wan de hatiye kirin.

KOMPLO NEGIHÎŞT ARMANCA XWE

Rêber Apo di çarçoveya bawerî û dilsoziya xwe ya bi azadiyê re li Îmraliyê paradîgmayeke nû afirand ku xwe dispêre azadiya jinê û demokratîk ekolojîk, bi vî rengî manîfestoya têkoşîna sedsala 21'ê pêşkêşî gelan, jinan û bindestan hemûyan kir û bersiva herî bi wate da komploya navneteweyî. Tevgera me li ser bingeha vê paradîgmaya nû ya Rêber Apo têkoşîn bêhtir bi pêş ve bir û li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên gelekî mezin ava kir. Îro di serî de gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, jin, hemû gelên li cîhanê, jin û bindest fikrên Rêber Apo dipejirînin û xwedî lê derdikevin. Dema ku mirov bala xwe didin ser van encaman hingî dikare bê gotin ku armanca jiyana azad a Rêbertî ji sînorên Kurdistanê derbas kiriye, xwe gihandiye gelan û jinan ên li tevahiya cîhanê û bi vî rengî komplo negihîştiye armanca xwe.

Komploya navneteweyî heta niha negihîştibe armanca xwe jî hîn bi temamî pûç nebûye, bi dawî nebûye. Tê xwestin ku Kurd bêne qirkirin û komplo bê biserxistin. Ji xwe tê xwestin ku komploya li ser Rêber Apo bê biserxistin. Komploya li dijî Rêber Apo hate kirin ji xwe li dijî gelê Kurd e. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê sîstemeke welê ye ku ji bo komplo bi ser bê xistin hatiye avakirin. Heta ku sîstema Îmraliyê û dîlgirtina fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike, wê komplo jî dewam bike.

Komploya navneteweyî di vê serdemê de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve dewam dike. AKP bi esasî partiyeke welê ye ku ji bo xizmetê ji armancên komployê re bike û qirkirina Kurdan dewam bike hatiye avakirin. AKP û Tayyîp Erdogan bi vê armancê li ser desthilatdariyê hatin danîn. Lê belê ji ber ku AKP'ê bi tena serê xwe nekarî komployê kûr bike û bi ser bixîne, tifaqa AKP-MHP'ê ahte avakirin, rejîmeke faşîst hate damezrandin û polîtîkayên qirkirina Kurdan hîn bêhtir hatin kûrkirin. Êrîşên desthilatdariya AKP-MHP'ê hemû ji bo biserxistina komploya navneteweyî ne. Lewma desthilatdariya AKP-MHP'ê hêza herî mezin a komploger a dijminê Kurdan e. Pûçkirina komployê bi temamî, tenê bi hilweşandina desthilatariya AKP-MHP'ê dibe ku hêza komploger a faşîst a dijminê Kurdan e. Di erdheja dawî de jî careke din eşkere bû ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di heman demê de dijminê gelan e. Felaketa mezin a ji ber erdhejê rû da encameke polîtîkayên rantxurî û mêtindariya desthilatdariya faşîst e.

Bêguman bi têkoşîna heta niha pêşî li serketina armancên komployê hatiye girtin. Ji niha û pê ve bi bilindkirina têkoşîna li ser bingeha şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber komployê dikare bê rawestandin û komploya navneteweyî dikare bê pûçkirin. Ji ber ku komploya li dijî Rêber Apo di asta navneteweyî de bû, gelekî girîng e ku xwedîderketina li Rêber Apo û têkoşîna li dijî komployê jî di asta navneteweyî de be. Gelê Kurd û dostên wan dixwaze têkoşîna li dijî komployê di asta global de berfireh bikin, di sala 25'an de sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û bi vî rengî komployê bi temamî pûç bikin, bi dawî bikin. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk şoreşger dikin ku nerazîbûna li hemberî komployê hîn bi xurtî nîşan bidin û têkoşînê xurtir bikin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku dest ji vê helwesta xwe berdin, piştgiriyê nedin polîtîkayên qirkirina Kurdan ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst."