KCK: Sala 23’an a komployê wê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad

KCK: Wê dewleta Tirk a ku li ser Rêber Apo tecrîdê ferz dike, di 23. sala wê de hîn zêdetir teşhîr û tecrîd bibe. Desthilata faşîst a AKP-MHP ku heya îro komployê bi rêvedibin û li ser vê bingehê hewldidin qirkirina Kurd temam bikin, hilweşe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarê salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Li dijî dagirkeriya Garê rabûna ser pêyan a gelê me yê li her 4 parçeyên Kurdistanê, wê hilweşîna desthilatê faşîst ê AKP-MHP’ê leztir bike.”

Hevserikatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em şehîdên ku di têkoşîna 22 salan de li dijî komploya navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999’an de di şesxê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiyê pêkhat bi minet bibîr tînîn û soza pêkanîna xeyalên wan a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Azad dubare dikîn.”

Ala berxwedanê ya bi gotina “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” li dijî komploya navnetewî hatî bilindkirin, ev 22 salin ku di asta herî bilind de hatiye girtin. Di sala 23. de vê berxwedanê bi pêngava ‘Bese ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyan re; dem, dema azadiyê ye’ re bi armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bê pêşxistin. Bi vî rengî wê komploya di 15’ê Sibatê de hatî pêkanîn û Rêber Apo wê weke roja qirkirinê îlan kirî, wê ji bo cara dawî bi binketinê re bê rû bi rû kirin.”

HÊZÊN KOMPLOGER HEWLDIDIN KU ÊRÎŞAN BIGIHÎNIN REHENDEKÎ NÛ

Tevî ku di nava 22 salan de gelek caran hêzên komploger di astekî herî mezin de bi binketinê re hatine rû bi rû kirin, lê dest ji pêkanîna komployên nû yên qirkirina Kurdan armanc dike bernedane. Di dîroka 6’ê Mijdara 2018’an de biryara DYE’ê ya derbarê destgîrkirin û lêdana 3 rêveberên PKK’ê girtî, plankirina komployê ya bi şeklekî nû bû. Êrîşên giran li hemberî hêzên azadiya gelê Kurd yên li Bakur, Başûr û Rojava û pêkanîna dagirkeriyan bûye pratîkbûyîna biryara rêveberiya Trûmpê ya di 6’ê Mijdarê de girtibû. Ev êrîşên ku bi hêzên hevkar re mîna komployekê li ser Bakur, Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê tên kirin, hewl tê dayîn ku wê bigihînin rehendekî nû. Ji ber wê li gel ku em derbasî 23. sala komploya navnetewî dibin, roja 10’ê Sibatê tevgera dagirkirina Garê hatî destpêkirin. Ev rastiye nîşan dide ku dewleta Tirk ya qirkirina Kurdan dike armanc û hevkarên wî dixwazin komployê di şertên nû de bidomînin.

XETA AZADIYA JINÊ YA RÊBER APO BÛYE HÊZA ŞOREŞÊ YA HERÎ BI BANDOR

Her ku hêz û bandora Rêber Apo û PKK’ê zêde dibe, êrîş jî zêde dibin. Îro hêza Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ji beriya 22 salan zêdetir e. Çawa ku helwest û ramanên Rêber Apo PKK anî rewşekê ku hê bi bandortir tê bikoşe, îro ne tenê bûyîna Rêberê Gelê Kurd derbas kiriye, bûye Têberê Azadiya gelên Rohilata Navîn û Cîhanê. Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo îro jinên cîhanê aniye asta hêza şoreşger û demokratîk ya herî bi bandor a gelan. Konfedralîzma Demokratîk ku şeklê rêveberiya ji derveyî dewletê ye û Netewa Demokratîk yên Rêber Apo pêşxistî bûye xeta jiyana azad û demokratîk a gelan. Li gel ku gelan ji nabosê sîstema mêtinger, dewletparêz û desthilatparêz ê zilamsalar rizgar dike, bi vê projeya sîstema demokratîk her roja ku diçe têkoşîna azadiya gelan bilindtir dike.

PÊŞIYA BIJARDEYA JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK HEYA DAWIYÊ HAT VEKIRIN

Komplogerên navnetewî dixwazin Rêber Apo ji bûyîna rêberê azadiya gelê Kurd derxînin, lê Rêber Apo weke rêberê azadî û demokrasiya tevahî mirovahiyê derket pêşberê wan. Gelên ku piştî hilweşîna reel sosyalîzmê pirsgirêka rasteya îdeolojîl-polîtîk dijîn, bi paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ya Rêber Apo pêşxistî re bûye xwedî çekekî xurt a têkoşînê. Niha çeka herî bi hêz ya di destê gelan de ev paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ye. Êdî gel û jin mehkûmê sîstemekî mêtirger, serkutger û dewletparêz ê zilamsalar nînin. Ji bo gelan û jinan pêşiya bijardeya jiyana azad û demokratîk heya dawiyê hatî vekirin. Yê ev pêşxistî jî Rêber Apo ye ku wek bersiveke îdeolojîk-polîtîk li hemberî komployê pêşxistiye.

Ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wê di 23. sala komployê de têkoşîn di çarçoveya pêngava dem, dema azadiyê ye de li hemberî komployê bê rêvebirin. Wê ev pêngave li her 4 parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat hemwext bê domandin. Hilweşîna faşîzmê, bi dawîbûna dagirkeriyan û azadkirina Rêber Apo wê bibe têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Rojhilata Navîn jî wê bibin hêza vê têkoşînê. Desthilata AKP-MHP’ê yê li Rojhilata Navîn parêzvantî û nûnertiya faşîzm, serkut, paşverûtî û dagirkeriyê dike û di rêveberiya dewleta Tirk de ye bûye dijminê serê tevahî gelan. Di vê wateyê de pêngava dema azadiyê ye ne tenê ya gelê Kurd, bûye têkoşîna azadiya hemû gelan.

Di sala 23. de li Rojhilata Navîn têkoşîna li dijî komployê wê wek têkoşîna hemû gelan pêş bikeve. Di serî de jin û kedkar, hemû mirovahiya demokratîk xwedî li Rêber Apo derdikevin û bi vî rengî bûne parçeyek ji vê pêngavê. Wê dewleta Tirk a ku li ser Rêber Apo tecrîdê ferzdike, di 23. sala wê de hîn zêdetir teşhîr û tecrîd bibe. Desthilata faşîst a AKP-MHP ku heya îro komployê bi rêvedibin û li ser vê bingehê hewldidin qirkirina Kurd temam bikin hilweşe. Li dijî dagirkeriya Garê rabûna ser pêyan a gelê me yê li her 4 parçeyên Kurdistanê, wê hilweşîna desthilatê faşîst ê AKP-MHP’ê leztir bike. Komploya ku Rêber Apo wê wek ne tenê li hemberî gelê Kurd û PKK’ê, li hemberî gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêkhatiye pênase dike, wê di dawiyê de bê binxistin. Bi vî rengî Kurdistan, Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn bigihîje jiyana azad û demokratîk.

Ciwan, jin û hemû gelê Kurdistanê yên li ser şopa şehîdên ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ dimeşin, berdêlê wê çi dibe bila bibe wê têkoşîna ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi rêve bibe û sala 23. bike sala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad. Rexmê hemû zextan wê têkoşîn û biryardariya gelê me  jiyana azad û demokratîk pêkbîne.”