KCK: Encamên hilbijartinê ne rewa ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser encamên hilbijartinê yên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku 'serketin'a Erdogan û bloka faşîst rewa nîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCK'ê de hate ragihandin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi dek û dolaban dest daniye ser serokkomariyê û serweriya meclîsê xistiye destê xwe. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev yek serketin an jî xurtbûn nîne" û hate destnîşankirin ku tifaqa faşîst tenê bi derfet û zexta dewletê li ser desthilatdariyê maye. KCK'ê diyar kir, li dijî hêzên demokrasiyê wê serdemeke nû ya zordariyê dest pê bike û got, demokrasî ancax bi têkoşînê pêk were. KCK'ê her wiha gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li dora HDP'ê civiyane, ji ber derbasbûna ji bendê pîroz kir.

DIVÊ LI DIJÎ DESTHILATDARIYA FAŞÎST A NE REWA HELWEST BÊ NÎŞANDAN

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Di nava şert û mercên Rewşa Awarte, bi gelek fen û fûtan hilbijartin hate kirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo polîtîkayên xwe yên dijminatiya li demokrasiyê û Kurdan rewa bike ev hilbijartin ferz kir. Ji bo encameke bi kêrî vê armanca xwe bê bi dest bixe, bi her awayî zext û hîle kir. Şert û mercên ku hilbijartin lê hate kirin, zextên di dema hilbijartinê de hatin kirin û destwerdana li sindoqan, vê hilbijartinê ne rewa dikin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku naxwaze bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde û serketina di hilbijartinê de weke pirsgirêka serxwebûnê ya Tirkiyeyê dibîne, ji bo li ser desthilatdariyê bimîne serî li her rê û rêbazê, li zext û zordariyê da. Ji ber vê yekê ne hilbijartina Serokkomariyê, ne jî serweriya tifaqa faşîst li meclîsê nabe ku rewa bên dîtin. Divê hêzên demokrasiyê vê encamê rewa nebînin, li dijî vê desthilatdariya faşîst helwestê nîşan bidin û têkoşîna xwe herdemî bikin.

SERKETINA HDP'Ê

Di vê hilbijartinê de yek ji mezintirîn armancên faşîzma AKP-MHP'ê hiştina HDP'ê di binê bendê de bû. Lê belê ji ber ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê xwedî lê derketin, ne zext, ne jî hîleyan karîbûn HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Lewma em gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li dora HDP'ê li hev civiyane ji ber vê serketinê pîroz dikin.

TIFAQA AKP-MHP'Ê TENÊ BI DERFET Û ZEXTÊN DEWLETÊ LI SER DESTHILATDARIYÊ DIMÎNE

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi zext û zordariyê, bi dek û dolaban dest danî ser serokkomariyê û serweriya meclîsê xiste destê xwe. Ev yek divê weke serketinekê û xurtbûnê neyê dîtin. Ya rast, gelên Tirkiyeyê eşkere kirine ku ew naxwaze ji aliyê vê desthilatdariya faşîst ve bê birêvebirin. Tenê bi derfet û zextên dewletê li ser desthilatdariyê dimîne. Naxwe ne pêkan e ku gel vê desthilatdariyê qebûl bike ku gelên li Tirkiyeyê dike dijminê hev, cîranan li ber hev radike û rê li ber derûniyeke civakî ya xemgîn vedike. Dema ku li dijî wê têkoşîn bê dayin, wê li pêşberî îradeya gelên Tirkiyeyê nikaribe li ser piyan bimîne. Dema ku hêzên demokrasiyê li dijî vê desthilatdariya faşîst têkoşiya, wê emrê wê yê desthialtdariyê ne dirêj be.

TIFAQA AKP-MHP'Ê LI TIRKIYEYÊ DESTEKA CIVAKÊ WINDA KIRIYE

AKP û MHP weke hêzeke rêveberiya civakê, partiyên siyasî nînin. Tenê hêzên faşîst û qirker in ku li ser bingeha dijminatiya li gelê Kurd, li gelan û hemû cihêrengiyan dixwaze bibe desthilatdar. Li ser bingeha dijminatiya li Kurdan û civatên din, şovenîzma li nava civakê sor dike û piştre li ser vê şovenîzmê hewl dide bibe hêz û dengan kom bike. Ev feraseta rêveberiyê ji aliyê ti nirxên exlaqî û civakî ve nayê qebûlkirin. Ne hêja ye ku ti civak û welat ji aliyê partiyên bi vî rengî ve were birêvebirin.

Tifaqa AKP-MHP'ê desteka civaka li Tirkiyeyê ji dest daye. Ji xwe di dema hilbijartinê de piştî ku fêhm kirin wê têk biçin, mîna hemû desthilatdariyên faşîst dest bi sorkirina şovenîzmê kirin. Tevî ku ji bilî êrîşên hewayî yên rûtîn ên li dijî Qendîlê tiştek nedihat kirin jî, ji bo civakê bixapîne gotin, 'em ji bejahî ve li dijî Qendîlê operasyonê dikin' û derew kirin ku nêzî Qendîlê bûne. Vê yekê jî têra wan nekir û bi gotina 'me li 35 rêveberên PKK-KCK'ê dan' hewl dan dengê xwe zêde bikin. bi rêya van derewên ku cihê xwe di nava exlaqê de nîne, xwest dengê xwe zêde bikin. Divê desthilatdariya partiyên siyasî yên bi vî rengî rewa neyê dîtin û neyê qebûlkirin.

LI DIJÎ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ WÊ SERDEMEKE NÛ YA ZORDARIYÊ DEST PÊ BIKE

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê tifaqeke şer e li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Lewma wê bêjin ku ev polîtîkayên wan rast hatine dîtin û wê şer û polîtîkayên êrîşê bidomînin. Li gel êrîşkariya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ji bo teslîmkirina demokrat û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê wê zextên xwe giran bikin. Wê hewl bidin ku hemû civakê û hêzên demokrasiyê tevlî polîtîkayên xwe yên şer bikin. Lewma wê li dijî hêzên demokrasiyê dest bi serdemeke nû ya zext û zordariyê bikin.

DEMOKRASÎ BI TÊKOŞÎNÊ DIBE

Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zanibin ku li Tirkiyeyê demokrasî ancax bi têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst bê afirandin. Ji bo hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê di nava demokrasiyê de werin çareserkirin, ji bilî têkoşînê rêyeke din nîne. Eşkere bûye ku tifaqa AKP-MHP'ê wê bi rêya hilbijartinê dest ji desthilatdariyê bernede. Ji ber ku ev yek desthilatdarî û rêveberiyeke civakê nîne. Hikumeteke şer e ku eciqandina hêzên demokrasiyê weke armanc daniye pêşiya xwe. Dem ew dem e ku li dijî desthilatdariyeke bi vî rengî tavilê têkoşîn bê dayin. Gelekî girîng e ku hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê di tifaqa herî berfireh a demokrasiyê de li hev bicivin. Li ser vê bingehê, bi tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh re li her derê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têkoşîn bê dayin.

TEVGERA AZADIYÊ YA KURD WÊ LI HER DERÊ TÊBIKOŞE

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê îlan kir ku wê êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan li her derê bidomîne. Pêwîste ciwanên Kurd li dijî vê yekê berê xwe bidin qadên têkoşîna azadiyê û li her cihê lê ne, têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em ê li her derê li dijî desthilatdariya faşîst a dijminê gelan û demokrasiyê ye, têbikoşin. Heta ku desthilatdariya faşîst bê têkbirin û gelên me azad bibe, em ê têkoşîna xwe bi îradeyeke xurt û biryardariyeke mezin bidomînin. Emrê desthilatdariya faşîst wê ne dirêj be. Gelên me wê bi têkoşîna azadî û demokrasiyê dawî li desthilatdariya faşîst bîne."