KCK'ê têkildarî plana nû ya dagirkeriyê hişyarî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk di nava planeke nû ya dagirkeriyê de ye û PDK jî hewl dide dewleta Iraqê kaşî nava hevkarîkirina bi dewleta Tirk re bike. Li dijî vê yekê jî KCK'ê bang li hêzên Başûr û desthilatdariya Iraqê kir.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Çiyayê Siyarê de li gundê Kafyayê yê ser bi Dînarteya herêma Behdînanê, du hemwelatiyên başûrê Kurdistanê bi navên Beşîr Umer Elî û Arif Teha şehîd bûn. Şehîd Beşîr û şehîd Arif gava ku di nav zeviyên gundê xwe de dixebitîn, hatin armanckirin. Em li gel şermezarkirina vê komkujiyê, serxweşiya xwe ji hemû gelê başûrê Kurdistanê re bi taybetî ji malbatên şehîdan re dişînin. Ev êrişên dirindane yên dewleta Tirk a dagirker wê rastiyê diselmînin ku Tirkiye li dijî hemû Kurdan e û rijandina xwîna Kurdan û kavilkirina welatê Kurdan ji bo xwe wek karekî rewa dibîne.

PDK BI HEVKARIYA XWE YA BI DEWLETA TIRK RE ENFALEKE NÛ BI SER KURDISTANÊ FERZ DIKE

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser başûrê Kurdistanê heta niha nêzîkî hezar gund hatine valakirin û wêrankirin, bi sedan hemwelatî şehîd bûne, bi sedan kes birîndar bûne û dehan hezar hemwelatî jî koçber bûne. Her wiha bi sedan gerîlayên azadiya Kurdistanê jî di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûne. Ev yek êrişeke nû ya kîmyabaran û Enfalê ye ku li ser destên dewleta Tirk a dagir tê kirin û desthilata PDK’ê jî wekî caşên serdema rejîma Beesê hevkarê vê Enfalê ye, rênîşanderiyê ji dewleta Tirk re dike û tawanên wê vedişêre û hetta meşrûiyetê dide wan tawanan. Her wiha PDK rê li ber wê yekê digire ku helwesteke girseyî û welatparêz li dijî van komkujiyan pêş bikeve. Bi gotineke din PDK Enfaleke nû bi ser Kurdistanê de ferz dike. Di demekê de ku xwîna hemwelatiyên Başûr bi destên dewleta Tirk a faşîst tê rijandin, desthilatdarên PDK’ê li ser ferşa sor pêşwaziyê li desthilatdarên Tirkiyeyê dikin, wan hembêz dikin û dest di nav destan de pozan didin kamerayan.

DEWLETA TIRK PLANEKE NÛ YA DAGIRKERIYÊ AMADE DIKE, PDK JÎ HEWL DIDE DEWLETA IRAQÊ KAŞÎ NAVA VÊ PLANÊ BIKE

Dewleta Tirk a faşîst bi serokatiya Erdogan û Bahçelî mijûlî çêkirina planeke dagirkeriyê ya nû û berfireh e li dijî başûrê Kurdistanê. Serdana wezîrên Tirkiyeyê yên terorîst bo Hewlêr û Bexdayê amadekariya vê êrişê ye. Desthilatdarên PDK’ê dixwazin di vê êrişa dagirkeriyê ya nû de dewleta Iraqê kaşî nav hevkarîkirina dewleta Tirk bikin. Lewma bangewaziyeke me ji bo hemû hêz û aliyên başûrê Kurdistanê û desthilatdarên dewleta Iraqê heye ku li dijî van êriş û komkujiyên dewleta Tirk helwestê wergirin û nehêlin ku Tirkiye zêdetir xwîna hemwelatiyên başûrê Kurdistanê birijîne.

Em careke din serxweşiya xwe ji gelê başûrê Kurdistanê re û bi taybetî ji malbatên şehîd Arif û şehîd Beşîr re dişînin û em xwe hevbeşê êş û xema wan dizanin. Me daxwaz ji yezdanê mezin ew e ku giyanê her du şehîdan bi bihişta xwe ya berîn şa bike û sebr û hedanê bide malbatên wan ên hêja. Her wiha em soz û peymanê didin ku em ê li ser rêbaza şehîd Helmet Dêrelûk li dijî faşîzm û dagirkerî û caşîtiyê tola hemû şehîdan hildin."